MÊRDÎN - Gundiyê Xerabê Bava Abdî Aykut yê wêneyê wî yên îşkence lê hatine kirin derketin holê û 3 kesên hatibûn binçavkirin sewqî dadgehê kirin.
Li gundê Xerabê Bava di 11'e Sibatê de leşkeran bi ser gund de girtibûn û 39 kes bi îşkenceyê binçav kiribûn. Yek ji kesên hatibû binçavkirin û rastî îşkenceyê hatibû Abdî Aykut bû. Îşkenceya ku li Aykut hat kirin bi wêneyê derket nolê hatibû îspatkirin. Abdî Aykut û Sabrî Bayhan ên li Gundê Xirabê Bava û Musafer Sari yê li Gundê Cibilgiravê hatibûn binçavkirin sewqî dadgehê hatin kirin. Piştî îfadeya wan a li Fermandariya Cendirmeyan a Nisêbînê bi dawî bû sewqî dadehê hatin kirin. Abdi Aykut, Sabri Bayhan û Muzaffer Sari ku hatibûn binçavkirin û rastî îşkenceyê hatin bi îdîaya “Alikarî û vehewandina rêxistinê" derxistin pêşberî dozgeriyê.
Ji Gunde Xerabê Bava berê jî Vasfi Dogan, Îsmail Ay û Mecit Bal jî bi îdîaya “alîkarî û hevkariya rêxistinê" hatibûn girtin. Behçet Koçhan û Hatip Tunç jî bi îdîaya "Endamtiya rêxistinê" hatin girtin. 23 kesên hatibûn binçavkirin jî serbest hatin berdan.