ŞIRNEX - Nûçegihana JINHA'yê ya ku bi KHK'ê hatiye girtin Aysel Işik hat berdan.
Rûniştina doza nûçegihana JINHA'yê ku bi biryara KHK'ê hatibû girtin Aysel Işik a ku di 21'ê mijdara 2016'an li Şirnex bi îdiaya, "endama rêxistinê ye" hatibû girtin li 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Şirnex hat dîtin. Işik ji Girtîgeha Tîpa T a Rihayê bi rêya SEGBÎS'ê û parêzera Işik û hevalên wê li salona rûniştinê tevlî dozê bûn. Heyeta dadgehê di îdeanamaya xwend de diyar kir ku Işik bi hinceta, "Di tora cikavî de parvekirin kirine, ji ber ku nûçegihana JINHA ya bi KHK'yê hatiye girtin û dema Işik hatiye girtin hin malperan nûçeya wê çêkirine" tê sûcdarkirin.
Piştî xwendina îdeanamayê Işik parastin kir û got: "Ez nûçegihan im û tiştên min parve kirine hemû bi hinceta nûçe û ragihandinê"
Piştî parastina Işik û parêzerên wê heyeta dadgehê biryara tahliyeya Işik da.