Qedexeya Cibilgiravê hat rakirin

MÊRDÎN - Qedexeya di 22'yê Sibatê de li gundê Cibilgiravê hat îlankirin, hat rakirin.

Li gundê Cibilgiravê yên Nisêbîna Mêrdînê di 22'yê Sibatê de qedexeya derketina derve hatibû îlankirin. Qedexe îro hat rakirin. Di daxuyaniya ji aliyê Walîtiya Mêrdînê ve hat dayîn de, hat diyarkirin ku qedexeya ji ber operasyonên li herêmê hatibû îlankirin, piştî temambûna operayonê qedexe har rakirin.

Her wiha qedexeya li gundê Talatê yê Nisêbînê, hîn jî didome. Di dema qedexeya li Talatê de malên dîrokî yên temenên wan di navbera 200-300 salî de hatibûn rûxandin û molozên wan veguhastibûn derveyî gund.