Rojnameger Işik ji girtîgehê derket: Ez tim binivîsim

RIHA - Rojnamger Aysel Işik piştî biryara tahliyekirinê ji girtîgehê derket. Işik piştî derketinê li ber girtîgehê wiha got: "Ez ê nivîsandinê bidomînim."

Nûçegîhan Şirnexê ya JINHA ya bi KHK'ê hat girtin Aysel Işik, di rûniştina doza xwe ya li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Şirnexê hat tahliyekirin. Piştî biryara tahliyeyê Işik, ji Girtîgeha Tîpa T a Rihayê derket. Işik a ji aliyê hevalên xwe yên rojnameger ve hat pêşwazîkirin wiha got: "Ez ê tim nûçeyan binivîsim."