Abdi Aykut ê li Xerabê Bava hatibû derbkirin, hat girtin

MÊRDÎN - Li gundê Xerabê Bava, Abdi Aykut ê hat derbkirin û paşê hat binçavkirin hat girtin. Her wiha keyayê gundê Cibilgiravê jî hat girtin.

Li gundê Xerabê Bava yê Nisêbîna Mêrdînê Abdi Aykut ê hat îşkencekirin û paşê hat binçavkirin hat girtin. Li gundê Cibilgiravê jî keyayê gund Muzaffer Sari hat girtin. Abdi Aykut, Sabi Bayhan û Keyayê Cibilgirav Muzaffer Sari yên li dozgeriyê îfadeya wan hat wergirtin bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. Sari ve Aykut bi îdiaya "Alîkariya rêxistinê kirine" hatin girtin, Sabri Bayhan jî serbest hat berdan.