EDÎRNE - Hevjîna Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş, Başak Dmîrtaş a ku li girtîgehê serdana hevjînê xwe kir wiha got: “Tenduristî, moral û rewşa serok pir baş e. Ew bawer dike ku, wê ev derhuqûqî pir dirêj neajo.”
Hevjîna Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş, Başak Demîrtaş li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê serdana hevjînê xwe kir. Başak Demîrtaş, ji bo Demîrtaş taximek cil û gomlekek bir.
Başak Demîrtaş a ku cara ewil serdana hevjînê xwe kir, di derketina girtîgehê ji rojnamegeran re axivî. Demîrtaş wiha got: “Tenduristî, moral û rewşa serok pir baş e. Ji her kesî, ji bo hemû gel silavên wî hene. Ew bawer dike ku, wê ev derhuqûqî pir dirêj neajo. Got, ‘Bila her kes vê wiha zanibe, wê dirêj neajo’”