MÊRSÎN - Du kesên dema di çalakiyekê de dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" û "Ciwan fedayiyên Apo ne" berz kiribûn, ji ber "Propagandaya rêxistinê" ceza li wan hatibû birîn. Dadgeha Îdareyê ya Antalyayê ceza xera kir û dest nîşan kir ku divê dirûşme di çarçoveya azadiya vegotinê de bên nirxandin.
Li Mêrsînê di 23'yê Îlona 2016'an de li ser banga Tevgera Jina Azad a Demokratîk (DOKH) ji bo piştevaniya bi gelê Kobaniyê re li ber Îstasyona Trênê çalakiyeke hatibû lidarxistin. Bi îdiaya Tarfa Tariç, Mahsun Çetinkaya û Tahir Tugrul di çalakiyê de dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" û "Ciwan fedayiyên Apo ne" berz kirine bi îdiaya "Propagandaya rêxistinê doz li wan hat vekirin. Di doza ku di 6'ê Cotmeha 2016'an de li 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrsînê hat dîtin de, der barê 3 kesan de bi tawanbariya "Propagandaya rêxistinê" 10 meh cezayê girtîgeh hatibû dayîn. Piştî biryarê bersûcan bi riya parêzeran serî li 2'yemîn Daîreya Cezayê ya Dadgeha Îdareyê ya Antalyayê de û hat xwestin ku çalakî di çarçoveya azadiya vegotinê de bê nrixandin.
Dadgeha Îdarî serlêdana bersûc Tugrul nirxand û ji ber serlêdêr beşdarî rûniştinê nebûye, biryara redkirina daxwaza îstinafê hat dayîn. Dadgehê, der barê tawanbariyên îstinadî bersûc Mahsun Çetinkaya û Tarfa Tariç hatine kirin, diyar kir ku ji ber sedemên ku meşrûbûna şidetê, kîn û nefretê û hedefnîşandana tu kesî du xwe de nahebînin biryara tu unsûrên sûcî yên propagandayê di xwe de nahebînin da.
DI DIRÛŞMEYAN DE CEBÎR Û ŞIDET TUNE YE
Dadgehê têkildarî birayarên ku di leha Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de hatine berzkirin jî diyar kir ku bi tu awayî şidet û cebîrê di xwe de nahebînin.
Dadgehê berdewamiya biryara xwe de balê kişand ser azadiya vegotinê û biryara da ku divê 10 meh cezayê li bersûc Mahsun Çetinkaya û Tarfa Tariç hatiye birîn bê xerakirin û tiştên pê tên tawanbarkirin jî tu unsûrên sûcî di xwe de nahebînin û biryara beraeta her du kesan da.
Têkildarî mijarê ji parêzerên bersûcan Mehmet Altuntaş, bi bîr xist ku biryara dadgehê emsalê teşkîl dike. Alltuntaş, anî ziman ku dadgehên ku biryarên bi vî rengî didin dibe cihê kêfxweşiyê û got, divê ev biryar di heman dozan de bê dayîn.