MÊRDÎN - "Qerta zexîre" ya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînêd abû nisêbîniyên ku malên wan hatibû rûxandin, ji aliyê qeyûm ve hatin betalkirin. Ji welatiyên cara duyem hatin mexdûrkirin Meryem Sonmez, banga piştevaniyê kir.
Li Nisêbîna Mêrdînê, welatiyên 6 taxên ku malên wan di dema qedexeya derketina derve de hatin rûxandin, careke din jî hatin mexdûrkirin. "Qerta zexîre" ya ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ve li welatiyan hatibû belavkirin, ji aliyê qeyûmê tayînî şaredariyê hat kirin, hatin betalkirin. Nêzî hezar û 500 nisêbîniyên ku li Midyad, Qoser û Artûklûyê bi cih bûbûn, bi wan qertan pêdiviyên xwe yên zexîreyî bi dest dixistin.
BI HEZARAN NISÊBÎNÎ HATIN MEXDÛRKIRIN
Mustafa Yaman ê di 17'ê Mijdarê de wek qeyûm tayînî şaredariyê hatiye kirin, qertên nisêbîniyên bê mal man betal kirin û dubare bi hezaran mirov mexdûr kirin. Endamê Meclîsa Şaredariya Nisêbînê Selahattin Ay têkildarî rewşê agahî dan. Ay diyar kir ku gel bi wê qertê pêdiviyên xwe yên sereke bi cih dianîn û got, bi betalkirina wê zêdeyî 3 hezar mirov dubare hatine mexdûrkirin.
‘CARA DUYEMÎN E KU TÊM MEXDÛRKIRIN'
Meryem Sonmez, diyar kir ku bi betalkirina qertê ew careke din hatiye mexdûrkirin û got, beriya qedexeyê ew li taxa Firatê rûdiniştin, lê belê niha ji ber mala wan tune ye li Taxa Selahattin Eyyubiyê li malake du odeyî dijîn. Dayika 3 zarokan Sonmez, anî ziman ku hevjînê wê karê xurdeyan dike, lê belê dibe ku ji kar bê derxistin.
‘PIŞTÎ QERT HAT BETALKIRIN EW TAM HATIN MEXDÛRKIRIN'
Sonmez, dest nîşan kir ku mala ew ketinê tavê nebîne, 250 TL kirê didin û wiha axivî: "Dema ketinê alçiya tawana odeyê ket. Mal ne di rewşa ku mirov lê bimîne de ye, lê em mecbûr in." Sonmez, diyar kir ku bi qerta şaredariyê dabû wan herî kêm wan danûstendina xwe ya zexîreyî dikir, lê piştî qert hat betalkirin ew bi temamî mexdûr bûne. Sonmez, banga piştevaniyê kir.