Dayikên Aştiyê: Dê 'Na' gelek tiştan biguherîne

MÊRDÎN - Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Mêrdînê diyar kir ku, ew ê di referandûmê de bibêjin "Na" û wiha got: "Divê em bersiva vê hikûmetê wisa bidin ku, da em rojên xweş bibînin. Dê 'Na' gelek tiştan biguherîne."

Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Mêrdînê, daxuyand ku ew ê di 16'ê Nîsanê de bibêjin "Na". Meclîsa Dayikên Aştiyê diyar kir ku, da pêkûtiyên li Cizîr, Sûr, Nisêbîn, Şirnexê careke din neyên jiyîn ew ê bibêjin "Na".

‘ÇI KIRIYE KU DIBÊJE EZ Ê BIBIM SEROK'

Dayika Aştiyê Zarife Gunay, diyar kir ku her roj dayik bi êşeke cuda hişyar dibin û got, ji bo dawî li van êşan bê ew ê bibêjin "Na". Gunay wiha axivî: "Ji bo hin dayikên din nekşînin em ê bibêjin 'Na'. Erdogan ji me re çi kiriye ku niha dibêje ez ê bibim 'serok'." Gunay bang li her kesî kir da biçin ser sindoqan û wiha got: "Em dengê 'Na'yê bilind bikin."

‘DIVÊ EM BERSIVÊ BIDIN'

Dayika Aştiyê Husnugul Bilge jî, diyar kir ku divê ne tenê gelê kurd hemû gelên demokrasi, azadiyê dixwazin divê ji vê pergalê re bibêjin "Na" û wiha axivî: "Divê di vê hilbijartinê de hemû gel bibêjin 'Na'. Ji bo dawî li vî şerî, li herikandina vê xwînê, van girtinan bê şert e ku em bibêjin 'Na'. Divê em bersiva vê hikûmetê wisa bidin ku, da em rojên xweş bibînin. Dê 'Na' gelek tiştan biguherîne."

‘NE YEK ZIMAN, NE YEK NÎJAD, NE YEK ZILAM'

TDayika Aştiyê Turkan Durç jî, diyar kir ku yezilamî tê wateya yekdengî û bang li her kesî kir da bibêjin "Na". Durç wiha domand: "Li vî welatî kurd hene, elewî hene, tirk hene, çerkez hene. Her miroveke xwedî zimanekî cuda ye. Em ne yek ziman, ne yek nîjad û ne jî yekzilamî dixwazin. Pergala tekparêz, yekzilamî aştiyê nayîne. Em ê wek dayikên aştiyê ji bo aştî pêk bê bibêjin 'Na'."

‘ME JI ERDOGAN TU XÊR NEDÎT'

Dayika Aştiyê Halime Işik jî, dest nîşan kir ku wan heta niha tu xêr ji Erdogan nedîtiye û wiha got: "Wek Dayikên Aştiyê ya Mêrdînê tekane daxwaza me aştî ye. Çima em dibêjin 'Na', çimkî me heta niha ji vî Erdoganî tu xêr nedîtiye. Çavên bihêstir, li girtîgehan mirovên bêsûc, mirin, komkujî... Ji bo em xêrekê bibînin em ê ji Erdogan re bibêjin 'Na'."

Nezihe Kalkan jî got, wan rojên bi xêr û bêr nedîtine, ji bo zarokên wan bibînin bang li her kesî kir, da bibêjin "Na".