MÊRDÎN - Parêzerê Abdi Aykut ê li Xerabê Bava bi awyaekî derbkirî hat binçavkirin û paşê hat girtin, Ridvan Alp rewşa muwekîlê xwe nirxand. Alp, anî ziman ku rewşa Aykut ji bo girtîgehê ne guncan e û got, ew ê bi awayekî şexsî serî li AYM'ê bidin.
Abdi Aykut ê li gundê Xerabê Bava yê Nisêbîna Mêrdînê hat îşkencekirin û paşê binçavkirin, duh êvarî sewqî dadgehê hat kirin û bi îdiaya "alîkariya rêxistinê kiriye" hat girtin. Parêzer Ridvan Alp, diyar kir ku ji ber li ser dosyeyê briyara nepen heye, wan xwe negihandiye tapeyên wê û got, ew tam nizane hinceta girtina muwekîlê wî çî ye. Alp, diyar kir ku li mal û baxçeyê Aykut ji demên kevn de şikeft hene û wiha got: "Di 12'ê Sibatê de li mala Aykut 2 kes hatine kuştin. Bi îdiaya Aykut alîkariya van kesan kiriye hat binçavkirin. Lê belê, Abdi Aykut wê demê li mala apê xwe bû. Apê wî jî ev piştrast kir. Diyar kir ku di dema qedexeyê de li mala wî bûye."
‘DIVÊ 10 ROJ ŞÛNDE BIÇE KONTROLÊ'
Alp, dest nîşan kir Aykut bi îşkenceyê hatiye binçavkirin û rewşa wî ya tenduristiyê xerab e û wiha domand: "Rewşa wî ya tenduristiyê zaf xerab e, me gelekk caran anî ziman. Lê belê dozger daxwaza girtina wî kir. Di 18'ê Sibatê de Aykut li Qereqola Cendirmeyan rastî îşkenceyê hatiye, ku Sezgin Tanrikulu wêneyekî wî parve kiribû. Me jî tedawiyên wî yên li nexweşxaneyê berpêşî dadgehê kir. Ji xwe psiporê Cerahiya Sîngê jî di raporan de gotibû divê 10 roj şûnde dubare bê kontrolê. Ji ewraqên wî yên nexweşxaneyê diyar e ku rastî şideteke çawa hatiye. Ji xwe nîşan dide ku rewşa wî ji bo girtîgehê ne guncan e."
‘DI ÎŞKENCEYÊ DE DU DIRANÊN WÎ ŞIKIYANE'
Alp, anî ziman ku ji ber îşkenceyê du diranên Aykut şikiyane û çena wî texrîb bûye. Alp, diyar kir ku ji ber vê nikare xwarinê jî bixwe û wiha axivî: "Li Qereqola Cendirmeyan min bi çavê xwe dît ku nikare xwarinê bixwe. Min ew zorand, lê got dilê wî dixele û nikare bixwe. Bijîşk 4 derman nivîsandibûn, me ew gihadinê. Lê belê, ji ber nikare xwarinê bixwe nikare wan dermanan jî bi kar bîne."
‘EM Ê SERÎ LI AYM'Ê BIDIN'
Alp, diyar kir ku ew ê îtirazî girtina wî bikin û wiha domand: "Ji ber li ser dosyeyê biryara nepeniyê heye, em nizanin di dosyeyê de çi heye. Ez ê îtirazî biryara nepeniyê jî bikim. Ji xwe delîleke şênber tune ye. Îdiayên zorandinî hene. Em ê dubare îtirazî girtina wî bikin. Ez ê bi awayekî şexsî serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn bidim."