Li 14 bajarên Ewropayê ji bo zarokên Sûrê çalakî

AMED - Dê Înîsiyatîfa Ciwanan a Navnetewî, li 14 bajarên 12 welatên Ewropayê bi awayekî hevwext çalakiyan li dar bixin. Dahata ku ji bernameya wan a di 18'ê Adarê de bi dest bikeve dê ji bo perewerdehiya zarokên Sûrê bê xerckirin.

Înîsiyatîfa Ciwanan a Navnetewî, dê bi têmaya "Zarokên mexdûrê şer" li 14 bajarên 12 welatên ewropayê ji bo zarokên Sûra Amedê çalakiyên hevwext li dar bixin. Di nav çalakiyên ku dê di 18'ê Adarê de bi awayekî hevwext û dildariyî bên lidarxistin de konser, kermes, şano û hwd hene. Dahata ji vana çalakiyan bê bidestxistin dê ji bo perwerdehiya zarokên Sûrê bê bikaranîn. Her wiha dê ciwanên ji Îtalya û Îspanyayê jî beşdarî çalakiya ku dê li Amedê bê lidarxistin bibin û bi zarokên Sûrê re bên gel hev.

JI BO ZAROKÊN SÛRÊ LI 14 BAJARÊN EWROPAYÊ ÇALAKÎ

Di vê çarçoveyê de dê çalakî li Hannovera Almanyayê, li Roma û Mîlanoya Îtalyayê, li Talîna Estonyayê, li Hornsjoya Norveçê, li herêma Transîlvania ya Romanyayê, li Belgrada Sirbîstanê, li Bûdapeşteya macarîstanê, li Krakowa Polonyayê, li Barselonaya Îspanyayê, li Lapûaya Fînlandiyayê, li Lîsbon û Faroya Portekîzê û her wiha dê li Tirkiyeyê li Amedê bên lidarxistin. Her wiha tê payîn ku dê gelek saziyên Letonya, Yûnanîstan, Avûstûrya, Lîtvanyayê jî beşdarî çalakiyan bibin.

PROJE LI SER ASASÊ DILDARIYÊ YE

Aktivîstê Înîsiyatîfa Ciwanan a Navnetewî Umut Suvari, têkildarî projeyê agahî dan û got, wan berê jî li gelek deverên Tirkiye û Ewropayê li ser asasên dildariyê çalakiyên cur bi cur li dar xistine. Suvari, diyar kir ku di destpêka vê pêşnûmayê de plana wan ew bûye ku li Amedê bi zarokên Kampa Şengalê re bên gel hev û got, lê belê piştî qeyûm tayînî şaredariyê hat kirin û kamp hat valakirin, wan bernameya xwe betal kiriye. Suvari, dest nîşan kir ku piştî zarokên şengalî ji cih xwe bûn, wan proje ji bo zarokên Sûrê domandiye û got, lê belê dê roja çalakiyê zarokên şengalî jî li wê derê bin.

Suvari wiha axivî: "Dildarên me yên dê ji bo zarokên Sûrê çalakiyan li dar bixin zaf bireng in. Koma li Fînlandiyayê endamên Ciwanên Şaredariya Lapaûyê ne, şanogerên ku di bin banê Wezareta Çandê ya Portekîzê de dixebitin bi xwe ne. Di 18'ê Adarê de dê bibêjin 'Eropî ji bo Amedê dipijînin' û bi vê re dê şano, kermes û gelek çalakiyên din li dar bixin. Dê dahat lîstikê bi temamî ji bo zarokên Sûrê bê xerckirin. Dê li Hannovera Almanyayê jî çalakî bên lidarxistin. Dê hevalên êzîdî yên li Hannoverê jî di nav xebatan de cih bigirin û piştevaniyê bikin. Me xwest kêliyekê be jî ji bo zarokên Sûrê tiştekî bikin. Em dixwazin wê zindebûna li Sûrê dubare bibînin. Dê di 18'ê Adarê de li 14 bajarên 12 welatên Ewropayê bi awayekî hevwext çalakiyên cuda bên lidarxistin. Dê welatên cuda, bajarên cuda ji bo zarokên Sûrê bibin yek."

Herî dawî Suvari balê kişand ser qedexeya derketina derve û şerê li Sûrê û wiha got: “Li Sûrê şerek çêbû. Di dema qedexe û şer de ji gelek deverên Ewropayê mêvan hatin. Ew jî bûn şahidên vî şerî. Dema em vana hmûyan tînin gel hev, diyar dibe ku ji bo çi me Sûr hilbijartiye. Li Amedê jî em difikirin ku em ê çalakiyê li Xana Hesenpaşê li dar bixin. Ev xebat piranî ji bo xurtkirina piştevaniyê ye."