NAVENDA NÛÇEYAN - Nûnerê Die Welt a ku li Almanyayê weşandike yê Tirkiyeyê Denîz Yucel, di nameya ji heval û piştevanên xwe re nivîsandiye de diyar kir ku dema ew ji hucreyê sewqî girtîgehê hat kirin xwe azad hîs kiriye.
Nûnerê Rojnameya Die Welt a ku li Almanyayê weşandike yê Tirkiyeyê û xwedî cut hemwelatiye Denîz Yucel piştî hat girtin ji xebatkarên rojnameyê û piştevanên xwe bi nivîsa dest name nivîsî. Di nameya Yucel a di Die Welt de hat xweşandin de ev tişt hatin gotin: “Dibe ku ji xwe re ecêb bê lê ez hîsdikim ku kêm jî be min azadiya xwe hinek bi dest xistiye. Ronahiya rojê, hewayê paqij, xwarinên rastîn, çay qehwe, cigare, rojane û doşekek rast. Dema ji hucreyê hatim girtîgehê min xwe azad hîs kir.”
Di nûçeya li BBC Tirkî hat weşandin de Yucel da zanîn ku her çiqas azadiya wî hatibe dizîn jî lêpirsîn û hincetê dadgehê kenê wî tînin. Yucel piştî name nivîsand ji Ji Girtîgeha Metrîsê sewqî Girtîgeha Sîlîvriyê hat kirin. Rojnameya Die Welt diyar kir Yucel ê ku li Metrîsê name daye parêzerên xwe li Girtîgeha Sîlîvriyê de jî di heman şert û mercan de dimîne.
Li aliyê din parêzerê Yucel Veysel Ok ku ji Reutersê re axivî, da zanîn ku ew ê îtîraza girtinê bikin. Yucel ê ku bi daxwaza cezayê 1.5 û 10 salan tê darizandin hemû sûcdariyan red dike.