STENBOL - "Meclîsa Na" ku ji bo xebatên referandumê li Kadikoyê hat avakirin, li gel astengî û êrîşên li dijî endamên xwe xebatên xwe bê navber berdewam dike. Eniya "Erê" jî li Kadikoyê taklîda "Meclisa Na" dike û dixebite.
Eniya muxalif ku kampanya "Na" dimeşînie, li Stenbolê li gel hemû zext û astengiyan xebatên xwe berdewam dike û "Meclîsa Na" ava kirin. Di serî de HDP û siyaseta kurd bi awayekî çalak di nava xebatên kampanya "Na" de cih digirin. Li Stenbolê xebata referandumê bi lez û bez didome. Li stenbolê xebatên referandumê piştî pêşnûmeya qanûnê li meclîsê hat erêkirin dest pê kir û niha berdewam dike.
Li Stenbolê CHP û HDP li gel sazî û rêxistinên sivîl ên civaki xebatên "Na" mezin dikin. Li Kadikoyê "Meclisa Na" hat avakirin û ev meclîs bi xebatên xwe dibe mînak. Li navçeya herî xizan Esenyurtê di demên dawî de kesên dewlemend jî lê bi cih bûn û ev kes bêtir nêzî AK Partiyê ne. Piştî kesên dewlemend hatin Esenyurtê eniya "Erê" û "Na" bi hevre ketin nava pêşbirgê.
HDP’ê di hilbijartina 7'ê Hezîranê de li Eseryûrtê ji sedî 22 deng girtibû. Li Esenyurtê ku 475 hezar hilbijêrê wê heye, niha xebatên AK Partiyê li gorî berê kêm in, lê hatina Barzanî ya Tirkiye wekî propaganda ku dê pêvajoyek nû dest pê bikin didin xuyakirin. Li gel propaganda jî esnaf, karker elewî kurd û nasnameyên cuda dîsa li dora "Na" xwe bi rêxistin dikin û eniya "Na" mezin dikin. MHP jî bû du enî û eniya "Erê" û "Na" hatin hemberî hev. AK Partî jî li Esenyurtê bi derfetên şaredariyê û piştgiriya dewletê hewl dide dengê xwe yê berê biparêze.
‘KADIKOY DIBÊJE NA'
Li Navçeya Kadikoy jî bêtir eniya "Na" di pêş de xuya dibe. Kadikoy bi muxalifa xwe ya li dijî AK Partiyê tê zanîn. Li gel nasnameyên cuda her kes di nava hevde bi hevre dijî. Li navçeya ku nêzî 387 hezar hilbijêrên wê hene, bêtir CHP li vir serdest e. Lê eniya demokrat ên civaki bêtir derdikevin pêş. Eniya HDP’ê jî hebûna xwe bi awayekî zêde nîşan dide. Di hilbijartina 7'ê Hezîran û 1'ê Mijdarê de HDP'ê li vir bû partiya 3emîn. Di xebata referandumê de HDP li vir rolek mezin dilîze.
MECLÎSÊN 'NA' (XÊRÊ)
Eniya çep, çepgir, sosyalist, civakî, li vir kom bûn û "Meclîsa Na" ava kirin. Li ser banga "Ji bo Demokrasiyê Yekîtî " meclîsa referandumê hat avakirin. Meclîsa bi navê "Kadikoy Na" hat avakirin gelek eniyên cuda yên muxalif di bin baneyê xwe de di hewîne. "Meclîsa Kadikoy Na" di bin baneyê xwe de eniya HDP, jin, çep, sosyalîst û nasnameyên cuda diparêze. Hemû kesên dibêjin "Na" di bin vê baneyê de bûn yek. Gelek kesên berê di nava CHP’ê de cih girtibûn jî cihê xwe di meclîsê de digirin. Melîsa Na li 9 herêmên Kadikoyê belav bûye û xebatên "Na" dimeşîne.
Gündüz sokakların hareketli olduğu Kadıköy’de hemen her köşe başında, “Hayır” çalışması yürüten bir grubu görmek mümkün ve her grup kendi lisanı ile çalışmasını yürütüyor. HDP’nin çalışmalarda yer alması ve görünür kılması, kimi çevrelerin iddiasının aksine farklı düşünen kesimler nezdinde de olumlu bir hava estiriyor. İlçe’de şimdiden bin 77 sandık için görevlendirmeler yapılıyor. Sandık başkanlarının belirlenmesinde de ciddi bir sıkıntı yaşanmadığı belirtilirken, HDP ve sosyalist kesimlerin çalışmaların en dinamik yapısını oluşturdukları belirtiliyor.
LI HER DERÊ NE
Endamên meclîsê mal bi mal ziyaret dikin. Li kahwexaneyan, Cafeyan, esnafan digerin û yek bi yek sedema "Na" dibêjin. Komên ku mêr û jin di navde cih digirin bi şev û roj dixebitin. Endamên meclîsê diyar dikin ku ji sedî 80'ê Kadikoyê dibêjin "Na" Xebatkarên Meclîsê destnîşan dikin ku hin kesên berê denge xwe dabûn AK Partiyê jî êdî dibêjin "Na"
SÎNEVİZYONAN NÎŞAN DIDIN
Ciwanên ku Kadikoyê xebatên "Na" dimeşînin bi sînevîzyonan xebatên na pêş dixin. Dîsa bi ronahiyê li dîwarên avahiyên mezin "Na" dinivîsin.
Eniya "Na" bi ser navê “Îddi û rastî" û nivîsa sedemên "Na" amade kiribûn û ji 5 xalên ku îdîayên AK Pardiyê pûç dikir nihabi 10 xalan dê bê çapkirin.