MÊRDÎN - Li gundê Xerabê Bava yê ku ev 19 rojin qedexe lê didome hat diyarkirin ku hinek leşker ji gund hatine derxistin.
Li gundê Xerabê Bava yê Nisêbîna Mêrdînê qedexeya derve di roja 19’emîn de didome. Ji ber qedexeyê gundî tenê dikarin biçin bexçe û malên cîranên xwe û hat zanîn ku hinek leşker jî ji gund hatine derxistin.
Li gorî agahiyên hatine bidestxisitn, leşkeran malên ku vegerandine qereqolan vale kirine. Hinek leşkerên ku kilîda malan radestî gundiyan kirin bi helîkopteran ji gund veqetiyane. Gundiyan da zanîn ku li bexçeyê dibistana gund hêjî leşker disekinin û di ketin û derketina gund de jî leşker disekinin.
Li aliyê din hat diyarkirin ku li derdora gundê Sitilîlê di saetên sibê de tevgera helîkopteran hatiye jiyîn.