Qedexeya li gundê Xerabê Bava û Talatê bi dawî bû

MÊRDÎN - Dorpêç û qedexeya li ser gundê Xerabê Bava piştî 19 rojan û ya Talatê jîpiştî 8 rojna bi dawî bû.

Walîtiya Mêrdînê di 11'ê Sibatê de li Gundê Xerabê Bava qedexeya derketina derve îlan kiribû û 5 kes li gund hatibûn kuştin. 39 kes jî hatibûn binçavkirin û rastî îşkenceyê hatibûn. Piştre di 22'ê Sibatê de li Gundê Talatê û Cibilgiravê qedeya derketina kolanan îlankir. Walîtiyê bi daxuyaniyekê diyar kir ku qedexeya li Gundê Xerabê Bava û Talatê hatiye rakirin. Piştî 19 rojan li Gundê Xerabê Bava û piştî 8 rojan jî li Gundê Talatê qedexeya derketina derve bi dawî bû.
Walîtiyê di daxuyaniyê de diyar kir ku qedexeya di 11'ê sibatê de hatibû ilankirin piştî dîrka 02/03/2017'an saet di 10.00'an de bi dawî bûye. Walîtiyê der barê Talatê de jî daxuyanî da û diyar kir ku qedexeya di 22'ê Sibatê de hatibû îlankirin saet di 10.00'ê 02/03/2017'an dehatiye rakirin.