Heyeta DBP û HDP'ê hat Şirnexê

ŞIRNEX - Heyeta ku ji DBP, HDP, MEYA-DER, Meclîsa Dayikên Aştiyê yên Rihayê pêk hat, hatin Şirnexê. Heyet di despêkê Gundogdû, Yenîmahalle û Bahçelîevlerê. Heyet piştî li taxan û serdan malbatan li daxuyanî dan çapemeniyê.

Heyeta ku ji DBP, HDP, MEYA-DER, Meclîsa Dayikên Aştiyê yên Rihayê pêk hat, hatin Şirnexê. Heyet ji hêla Parlementera HDP'ê ya Şirnexê Aycan Îrmez, Endama Melîsa Partiyê ya DBP'ê Harîka Peker û Endama Meclîa Partiyê ya HDP'ê Nûran Îmîr hat pêşwazîkirin.

'LIGEL HEMÛ KOMKUJÎ Û HOVÎTIYAN GELÊ ME BERXWE DIDIN'

Heyetê despêkê li taxên Gundogdû, Yenî û Bahçelîevlerê malbat ziyaret kirin û piştre li taxa Bahçelîevlerê daxuyanî dan çapemeniyê. Li ser navê heyetê Hevseroka DBP'ê ya Rihayê Yasemîn Kilinç axivî. Kilinç diyar kir ku ji bo piştgiriyê bidin gelê Şirnexê tevlî heft navçeyên xwe hatine bajêr. Kilinç da zanîn ku ev hovîtî tenê ne li Şirnexê, li Cizîrê, Silopiya, Nisêbîn, Hezexê jî kirine û wiha domand: "Ligel hemû komkujî û hovîtiyan gelê me her tim li ber xwe dide. Serê xwe li ber zilma wan netewandine. Me ev tişt dît. Em ê heta dawiyê li ba gelê xwe bin. Tu carî em gelê Şirnexê bi tenê nahêlin."

'GELÊ MAZLÛM Ê BI SER KEVE, ZILMKAR JÎ WÊ WENDA BIKIN'

Piştî Kilinç endamê Kongreya Îslamî ya Demokratîk (KÎD) Îbrahîm Haydarî jî axivî û wiha got: "Ev tiştên li Kurdîstanê tên meşandin tu carî di Îslamiyetê de cihê wê tuneye. Xwedê jî vê tiştê qebûl nake. Xwedê tu carî vê zilmê li cem we nahêle. Gelê mazlûm ê biser keve. Zilmkar jî dê wenda bikin."

'KESÊN ŞIRNEX XISTINE VÎ HALÎ BI LANET IN, DOJEHÎ NE'

Hevşaredarê Pirsûsê Halîl Akbaş jî derbarê hilweşandina Şirnexê hestên xwe wiha anî ziman: "Em ê muhaqaq mafê xwe ji van dagirkeran bistînin. Ev zalim in, ev kesên Şirnex xistine vî halî bi lanet in, dojehî ne. Ev zilm tu carî nayê qebûlkirin. Xwedê mafê me li erdê nehelê înşalleh.

Heyet piştre çû serdana malbata Endama Kongreya Jinên Azad (KJA) Fatma Ûyar a ku li Silopiya ji hêla hêzên dewletê hate qetilkirin.

Heyet piştî ziyareta malbata Ûyar vegeriya Rihayê.