Nivîskar Murat Belge beraet kir

STENBOL - Nivîskar Murat Belge ku bi hinceta heqaret li Serokomar Erdogan kiriye dihat darizandin û 4 sal ceza jê re dihat xwestin beraet kir.

Doza nivîskar Murat Belge ji ber nivîsek wî di Rojnameya Tarafê de hat weşandin û bi hinceta heqaret li Serokomar Erdogan kiriye jê re 4 sal ceza tê xwestin li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Aliyeyê ya Anadoluyê hat dîtin.

Belge ku bêyî girtî dihat darizandin tevlî rûniştina dozê nebû tene parêzer amade bûn. Piştî nasandina nasnameyan parêzerê Belge Bahrî Bayram Belen parastin kir û diyar kir k udi mijara bûye sedema sûc de heqaret tune ne. Belen da zanîn ku nivîs rexneya li dijî bûyerên siyasiye û nivîsa mijara gotinê din ava çarçoveya azadiya çapemeniyê de cih digire. Parêzera Belge ya din Sînem Bîrsîn jî anî ziman ku Serokomar Erdogan giliya xwe paşde kişandiye û daxwaza beraeta Belge kir.

BELGE BERAET KIR

Piştî parastina hat kirin heyeta dadgehê, diyar kir ji ber sûcê “heqaret li Serokomar kiriye” derbarê Belge de doz hatiye vekirin lê ji ber ne diyare ku sûc ji aliyê bersûc ve hatiye kirin ew biryara beraetê didin.