HDP dê bêje ‘Tenê NA Be’

NAVENDA NÛÇEYAN- Hevparên HDP'ê li Amed, Stenbol û Îzmîrê di heman demê de starta referandûmê dan bi sloganên "Tenê NA Be" "Na em hemû bi ser kevin" ve li gorî ruhê hemû herêman bi tirkî, kurdî, ermenî, suryanî û erebî derdikeve rê.


Di pêşengiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Kongreya Civaka Demokratîk (DTK) de srarta referandumê ya "Na" îro li Amedê Stenbol û Îzmirê bi civînên çapemeniyê tê dayîn. Li herêmê jî li bajarê Amedê bi gelek zimann srart tê dayîn. Srarta referandumê ya "Na" bi silogana "Tenê NA Be" û "Na em hemû bi ser bikevin" li Salona Konferansê ya Kaplan City dest pê dike.

Li salona civînê pankart û dowîzên “Cizîr ji bîr nab”, “Na em aştiyê bi ser bixin" û “Na em bê hiqûqiyê rawestinînin" û “Ma bibime yew tena nêbeno”, “Berxwedan jiyane bi tenê nabe”, “Na em zilmê rawestînin", “Em cinayetên jinan rawestînin" û "Na dê azadî bi ser bike" daliqandin. Li hemû sandalyayan lopîpanên "Na" bi 6 zimanan hatin danin.

BI 6 ZIMANAN SLOGANA REFERANDUMÊ

Di ketina salonê de bi kurdî “Tenê NA be” hat nivîsandin. Xebatên referandumê dê bi slogana “Tenê NA be” bi 6 ziman û ravayên Tirkî, Kurdî (Kirmancî û Kirmanckî) Ermenî û Suryanî, Erebî bimeşînin.

Gelek hunermend, jî di nava xebatên HDP'ê ya referandumê de cih digirin. Dê strana Seyda Perinçek ku Sara dibêje a bi navê “NA” heta 16'e Nîsanê di xebatên referandumê de bistrê.

MUZÎKA KURDÎ JI SEYDA PERÎNÇEK E

Ji bo xebatên referandûmê ya HDP'ê gelek hunermendan stran amade kirin, ji stranên hilbijartinê strana Seyda Perînçek a bi Sara ve dibêje ya "NA" dê di 16'ê Nîsanê de li her derê bê stran.

LI BALONÊ COŞEKE MEZİN HEYE

Beriya civînê bi hezaran welatî salon tijî kirin û gelek welatî jî ji derve dişopînin. Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, parlamenterê berê ya DEP'ê Selîm Sadak, parlamenterên HDP'ê, Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên MYK ên HDP û DBP'ê, hevşaredarênj i peywir hatin durxistin, nûnerên partiyên kurdistanî, rêxistina ESP'ê ya Amedê, nûnêrenê rêxistinên sivîl ên civakî jî tevlî hevdîtinê bû. Li salonê tişta ku bal kişand yek jî beşdarbûna xurt a Meclîsa Dayikên Aştiyê, rûspî, endamên Kongreya Îsalam Demokratîk û gelek nûnerên baweriyan û neteyewan bû.

Bi sedan kesan beriya hevdîtinê bi sedan welatî salon tijî kirin. Jinên ku bi cilên xwe yên neteweyî ve dowîzên "Na" hilgirtibûn bi tîlîliyên xwe salon çoşandin. Endamên TJA jî rengên 8'ê Adarê hilgirtin. Hin jinan ji bo ku di referandûmê de "Na" derkeve dua kirin. Serokwekîlê Koma HDP'ê Ahmet Yildirim, parlamenterên HDP'ê dema ku hatin salonê coş derket asta herî jor. Kesên ku beşdarî hevdîtinê bûn hemû rozetên "Na" li paşila xwe ve kirin.

Bernameyê bi rêzgirtinê dest pê kir û dirûşma "Şehîd namirin" hat berzikirin.

YORUK BEŞDARÎ HEVDÎTANA ÎZMÎRÊ BÛN

Rêxistina HDP'ê ya Îzmîrê starka kampanyaya "Na" li Navenda Kongre ya Tepekuleyê da.

Parlamenterên HDP'ê, nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî beşdarî hevdîtinê bûn. Yorukên navçeya Selçukê jî beşdarî hevdîtinê bûn. Li têketina salonê bi 37 zimanan ve pankartên "Hûn bi xêr hatin" "Na em hêviyê qezenc bikin" û gelek pankartên din hatin daliqandin. Muzîka HDP'ê li welatiyan hat nasandin.

LI STENBOLÊ JI HER RENGÊ 'NA'

Li Stenbolê jî li Otela Dedemanê hevdîtin pêk hat. Parlamenterên HDP'ê. rêxistinên civakî yên sivîl, nûnerên partiyên siyasî hunermend, rewşenbîr, nivîskar, baweriyên cuda, gelek welatiyên ermen, kurd, tirk, roman, pomak beşdarî hevdîtinê bûn.

Li salonê Îzmîr û Amed jî bi zindî hate temaşekirin. Li salonê dengê "Na" bilind bû. Di civîna ku coş derket asta herî jor de welatiyên Amed û Stenbolê bi çepikan hatin slavkirin. PêşKêşvan Rûgeş Kirici nivîskarê hosta Yaşar Kemal bi bîr anî.

Li salonê 18 madeyên referandûmê hat xwendin û bersiva "Na" hat dayîn.