SEMSÛR - Li Navçeya Semsatê ya Semsûrê erdheja mezinbûna wê 5.8 pêk hat. Erdej li Amedê hat hîskirin.
Li navçeya Semsatê ya Semsûrê saet di 14:07:26 'an de erdheja hêza wê 5.8 pêk hat. Erdhej li Bajarên Amed, Riha û derdorê ve hat hîskirin. Li Amedê jî avahî heşiyan. Erdheja ku li bajarê derdorê avahî şejand panîkek mezin çêkir. Der barê zerar û ziyanê de agahî nehat bi dest xistin.
MAL HILWEŞIYAN
Li gundên Semsatê ku erdhej zêde hat hîskirin hate hînbûn ku mal û axûr hilweşiyan. Deprema ku li navenda navçeyê welatî daxist kolanan li gundan bandor kir.
Li gorî agahiyên hatine di erdhejê de tiştek bi kesekî nehatiye. Jibilî Semsatê li navçeya Kolikê jî erdhej zêde hate hîskirin û welatî li kolanan e.
Li navenda Semsûrê jî nê 2 deqîqe erdhejê berdewam kir û welatî derketin kolanan. Welatiyên ku bi tirs û panîkê xwe avêtin derve tirsa hilweşîna malên xwe jiyan. Semsûrî ji ber îhtîmala erdhejê li derve disekinin.
LI RIHAYÊ PANÎK
Erdheja ku li Rihayê jî qasî deqiqeyekî berdewam kir li diwarên avahiyan qelaştek vekir. Welatî bi panîkê derketin derve. Bi taybetî jî li avahiyên kevn ji ber erdhejê tiştên li hurdirên malan ketin erdê. Navçeya Hewagê ya ku nêzî Semsatê ye jî erdhej gelekî hat hîskirin û zirar da malan. Welatî bi panîkê derketin derveyî malên xwe.
Erdheja ku li Dîlok û Amedê jî hate hîskirin li van deran jî bû sedema panîkê.