ÎZMÎR - HDP, KCD û DBP'ê li Amed, Stenbol û Îzmîrê hemwext starta kampanayaya referandumê dan. Parlamenterê HDP’ê yê Enqereyê Sirri Sureyya Onder tevlî starta Îzmîrê bû û diyar kir ku ji niha de di referandumê de dengê Na derketiye û wiha got: “Gel dest bi pîrozkirinê kirin lê agahiya zaliman jê tune ye. Onder, spasiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan kir ku fikre HDP’ê avakiriye.
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) starta referandumê li Amed, Stanbol û Îzmîrê di heman wextî de da û bi sedan tek tevî hevdîtina gel bûn. Hevdîtina ku li Tepekule Kongre û Navenda Sergiye hat li darxistin bi hevdîtinên li Stenbol û Amedê re weşana zindî hat çêkirin. Piştî sînevîzyona ku axaftinên Hevserokên Giştî yên HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag ku girtîne hatin pêşkêşkirin di axaftinên hatine kirin de bal hat kişandina ser girîngiya ‘Na’ yê.
‘DIVÊ REFERANDUMÊ DE DENGÊ NA DERKETIYE’
Li vir Parlamenterê HDP’ê yê Enqereyê Sirri Sureya Onder axivî û wiha got: “Di vê referandumê de dengê na derketiye. Gel dest bi pîrozkirina wê kirine agahiya zaliman jê tune ye. Dê dengê gel di 16’ê Nîsanê de biçe wan. Heta wê demê wan şiyr nekin bila wiha berdewam bikin.”
Onder, kesên fikre HDP’ê anîne heta roja îro û di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane bibîr anî û wiha pêde çû: “Li ser vê axê gerîna du kesan a bi hevre dibû sedema qetilkirina wan. Bihêlin belavkariya rojname û kovarên gel xwendina wan dibû sedemê qetilkirinê. Weşanên zindî tune bûn, tiştên dihatin serê Îzmîrê Amedê ne dizanîn. Zilm pir zêde bû. Ragihandin nemimkun bû. Em ji wir gihiştin bi milyonan. Fikirîna HDP’ê û dengdayîna HDP’ê bû kare herî baş ê ji bo aştiyê. Em hemû hevalên xwe yên em ji wan rojên tunebûnê anîn îro û di wê riyê de jiyana xwe dan bi rêzdarî bibîrtînin. Zilimkaran bi dayîna jiyana xwe zanîn ku dê bi zorê encam negirin. Di serî de ji bo vê em dibêjin Na. Ji ber ku em deyndarên hevalên xwe yên çûyî ne ev deynê me yê şerefe ye.”
'EZ SPASÎ Û RÊZDARIYÊN XWE JI OCALAN RE DIŞÎNIM’
Onder bal kişand ser pêkanînên AKP’ê yên di 14 salên îktîdarê de û wiha domand: “Ew ji bo Erê tene sedemekê dibêjin ji bo Na 31 milyon sedemên me hene. Ger ev bên gel hev dê bibe 40 milyon. Ev 14 salin li îktîdarê ne tu lîstikên ku nelîstine nemane. Dibêjin Xwedê me efû bike. Ma kare Xwedê tune ye dê we efû bike. We ji welat re çavkanî ne hiştin û we talan kir. Hêzî gilîdarin. Sînorekî vî gelî hebû. We ew wisa tejî kir ku serde çû û dê ji we re bêje Na. Dê dengê wê ji fîzanê bê bihîştin dê gel vê ji we neveşêre.”
Onder herî dawî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan silav kir û wiha axivî: “Ez ji vir spasî û rêzdariyên xwe ji Birêz Ocalan ku hertim ev fikir bi aştiyê re zindî hişt û teşwîqî aştiyê kir dikin. Hemû endamên vê partiyê ji ber ji Birêz Ocalan re gotin Birêz Ocalan bi salan di girtîgehê de man. Kesek nikare li pêşiya me bibe asteng ku em ji kesê rêzdarî heq dike re bêjin Birêz.”
Piştî axaftina Onder welatiyên li salokê bê navber dirûşmeya “Bijî Serok Apo” berz kirin