Di teqîna Edeneyê de 2 kes mirin 31 kes birîndar bûn

EDENE - Li pêş walîtiya Edeneyê teqîn pêk hat. Li gorî agahiyên destpêkê 2 kesan jiyana xwe ji dest dan û 31 kes birîndar bûn.

Li pêş Walîtiya Edeneyê teqîn pêk hat. Teqîn li tevahiya bajar hat bihîstin. Hat zanin ku di teqînê de gelek kes birîndar bûn. Gelek ambulans sewqî cihê teqînê hatin kirin. Piştî bûyerê polîsan der dorê bûyerê girt û destûr netan welatî nêzî cihê bûyerê bibe. Li cihê bûyerê piştî teqînê şewat derket û hemû rêyên diçin walîtiyê hatin girtin.

Walîtiya Edeneyê têkîldarî teqînê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat gotin ku li otoparka vekirî ya li pêş Walîtiya Edeneyê ya li ser Bulvarê Mehmet Nurî Sabuncu ya li navçeya Seyhanê saet de 08.05'an de teqîn çêbûye û li gorî agahiyên destpêkê teqîn bi wesayîtekî bombebarkirî çêbûye. Walîtiyê daxuyand ku 2 kesan jiyana xwe ji dest dane û 16 kes birîndar bûne.

Pişti daxuyaniya walîtiyê hat diyarkirin ku hêjmara kesên birîndra bûne gihiştiye 31 kesan. Birindar rakirin nexweşxaneyên derdorê.

ÊRÎŞ LI DIJÎ WALÎTIYÊ YE

Hat zanîn ku maşîneya bombebarkirî li otoparka Walîtiya Edeneyê hatiye rawestandin û li dijî walî teqîn pêk hatiye. Hat zanîn ku otoparka valîtiyê ji maşiyenên sivîl re hatibû qedexekirin û tenê rayedarên walîtiyê ev otopark bikar dianî. Hat zanîn ku piştî jinek bi maşîneya 33 plake hat nêzî otoparkê park kiriye û piştî demek şûnde teqîn pêk hatiye. Hat diyarkirin ku hedefa êrîşê walî ye.

Şahidekî ku nexwest navê xwe bide anî ziman ku teqînek gelek mezin bû û ofisa wan jî zerar dîtiye. Şahid, da zanîn ku beriya maşîna walî derbas bibe teqîn pêk hat û ev êrîş li dijî walî bû.

Têkildarî teqînê lêpirsîn hat destpêkirin.