Leşker û polîsan li Dihê gelek kes binçav kirin

SÊRT - Leşker, polîs û tîmên taybet bi ser gundê Eynê yê navçeya Dihê ya Sêrtê de girt. Hat diyar kirin ku herî kêm 40 kes di serdegirtina malan de hatin binçavkirin.


Leşker polis û tîmên taybet li gundê Eynê yê navçeya Dihê ya Sêrtê bi ser gelek malan de girt. Polîs û leşkeran di serdegirtina malan de herî kêm 40 kes binçavkirin. 40 kesên hatin binçavkirin birin tabûra leşkeriyê ya Sêrtê. Der barê sedema operasyonê û binçavkirinê de agahî nehat girtin.