Polîsan bi ser şaredariya Bedlîs û Qoserê de girtin: Hevşader hatin binçavkirin

rojane manset

FOTO

Polîsan bi ser şaredariya Bedlîsê de girtin: Hevşader hatin binçavkirin

BEDLÎS - Polîsan bi ser Şaredariya Sêrtê de girtin û lêgerînê dikin. Hevşaredarên Bedlîsê Huseyîn Olan û Nevîn Daşdemîr Dagkiran hatin binçavkirin.
Polîsên girêdayî Midûriyeta Emniyetê ya Bedlîsê serê sibehê şaredarî dorpêç kirin û piştre bi ser şaredariyê de girtin, ketin hundir û dest bi lêgerînê kirin. Li avahiya şaredariyê lêgerîn didome. Hevşaredar Huseyîn Olan û Nevîn Daşdemîr Dagkiran hatin binçavkirin. Olan û Dagkiran birin Midûriyeta Emniyetê ya Bedlîsê.

Berê jî bi ser gelek şaredariyên DBP'î de hatibû girtin, polîsan piştî serdegirtinan hevşaredar û xebatkarên şaredariyê bin çav kiribûn, piştî van pêkanînan qeyûm tayînî şaredariyan hatibû kirin.


POLÎSAN AVÊTİN SER ŞAREDARIYA QOSERÊ 4 KES BINÇAVKIRIN

Polîsan danê sibehê avêtin ser avahiya Şaredariya Qoserê ya Mêrdînê. Piştî lêgerîna li avahiyê 4 kes hatin binçavkirin. Polîsan avêtin ser mala Hevşaredarê Qoserê Îsmaîl Asî û avahiya şaredariyê û legerin pêk anîn. Kesên hatine binçavkirin: Alîkarê Hevşaredaran Mehmet Nûrî Alpaslan, Midûrê Karên Fen Halît Karaboga, Midûrê Çandê Salîh Kûday û Midûrê Karên Paqijiyê Abdurrahîm Aslan. Polîsan avêtin ser mala Hevşaredarê Qoserê Îsmaîl Asî. Di dema serdegirtinê de Asî ne li malê bû.