MÊRDÎN - 2'yemîn rûniştina doza rojnamevan Zehra Dogan, li 2'yemin Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê hat dîtin. Dadgehê 2 sal, 9 meh û 22 roj cezayê girtîgehê li Dogan birî.
Rûniştina doza Rojnamevan Zehra Dogan, a di 23'ê Tîrmehê li Mêrdînê hat binçavkirin û bi beyanên şahidê veşartî bi îdîaya 'endametiya rêxistinê' û 'propaganda rêxistinê' hat girtin, li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê hat dîtin. Darizandina Rojnameger Zehra Dogan li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê dewam kir. Di rûniştinê de Dogan û parêzerên wê amade bûn. Piştî Dogan û parêzeran parastina xwe kirin, heyeta dadgehê biryar da. Heyetê ji sûcdariya "Endametiya rêxistinê" biryara beraatê da. Lê ji ber parvekirinên yên li medya civakî yên navbera 21'ê Kanûna 2015-9'ê Kanûna 2019'an û notên Elîf Akboga ya 10 salî ya li Nisêbînê kir nûçe, 2 sal, 9 meh û 22 roj cezayê girtîgehê lê birî.