Li Dihê serdegirtin li dijî Meclîsa Gund e

SÊRT - Li gundê Eyne ya Dihê operasyona ku 30 kes hatin binçavkirin li dijî Meclîsa Gun a ji 40 kesan pêk tê hat kirin.

Li gundê Eyne ya navçeya Dihê ya Sêrtê serê sibehê bi awayeke hemwext i ser gelek malan de hatibû girtin û 30 kes hatibûn binçavkirin. Kesên ku hatin binçavkirin îfadeyên wan li Tabuya Eyne tê girtin. Li malan nêzî saetekî lêgerînan berdewam kir û hemû mal hatin serobino kirin. Dora gund bi dehan leşker û wesayîtên zirxî ve hate dorpêçkirin. Telefonên ku kesên hatin binçavkirin jî hatin kontrolkirin. ji 40 kesên ku der barê wan de biryara binçavkirinê heye 30 kes li malên xwe bûn 3 kes li girtîgehê ne 7 kes jî ne li gund bûn. 30 kesên ku hatin binçavkirin ji bo kontrola tenduristiyê birin tabura leşkerî ya gund.

Hate hînbûn ku operasyon li dijî Meclîsa Gund a ji 40 kesan pêk tê û di 2014'an de hatiye avakirin pêk hatiye. Welatiyên ku li Taburê îfadeyên wan hatin girtin ji wan pirsên wekî "Çima di vî Meclîsê de cih digirin" "Weta û armanca wî çi ye" "KCK/PKK çi ye", "Komelên Ciwan çi ye", "Ev meclîs ji bo gund an ji bo koçeran hate avakirin" ji kesên hatin binçavkirin hatin kirin. Dîsa wêneyê Hevşeradarên Dihê Huseyîn Kiliç û Eda Kîlîs ên ku ji kar hatin durxistin û HEvserokê DBP'ê yê Sêrtê Reşît Teymur hatin nîşandan û pirsên nas dikin an nasnanakin ji wan hate pirsîn. Dozgerekî ji Sêrtê hatiye jî beşdarî îfadeyan dibe.

Heta niha 10 kesên ku îfade dan hatin berdan.

Li aliyê din hate hînbûn nêzî mehekî li gund anons hatiye kirin û hatiye xwestin ku hemû malbat nasnameyên xwe teslîmî keya bikin. Nasnameyên ku keya bir taburê di nava çend rojan de hatin teslîmkirin.

Navên kesên ku di bin çavan de ye yên hatine hînbûn ev in: Fadîle Yildirim, Ahmet Yildirim, Recep Dundar, Abdullah Talu, Nîhat Aksu, Talat Yildirim, Salîh Kaya, Nesîm Geçer, Sabahat Turhan, Goru Şen, Serkan Geçer, Serhat Acar, Sezgîn Şen, Sabahattîn Sevgîn, Osman Çetîn, Selahattîn Acar, Şeyhmus Oktay, Saît Oktay, Şukru Oguz, Huseyîn Oguz, Serdar Dundar, Garîp Şen, Haci Erdogan, Kenan Kaya.