MÊRDÎN - Abdi Aykut ê li gundê Xerabê Bava hat îşkencekirin, li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê ya lê tê ragirtin, ji ber xerabûna rewşa wî, ew rakirin nexweşxaneyê.
Rewşa tenduristiya Abdi Aykut ê li gundê Xerabê Bava yê Nisêbîna Mêrdînê bi derbkirinê hat binçavkirin û paşê hat girtin, her diçe xerabtir dibe. Her çi qas malbat û parêzerên wî diyar kirin ku rewşa wî nebaş e, lê dozgeriyê dîsa jî biryara girtina Aykut da. Aykut ê li piştî hat girtin saetekê şûnde, li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê rewşa wî xerab bû. Duh êvarî Aykut rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê.
Malbata Aykut a der barê rewşa wî ya tenduristiyê de tu agahiyan wernagirin, ji ber rewşa wî bi şik û guman in.