Li Îzmîrê mîtînga 8'ê Adarê hat qedexekirin

ÎZMÎR - Mîtînga ku dê Platforma 8'ê Adarê ya Îzmîrê di 5'ê Adarê de li dar bixistana ji aliyê Walîtiya Îzmîrê ve hat qedexekirin.

Mîtînga ku dê Platforma 8'ê Adarê ya Îzmîrê, di 5'ê Adarê de li Qada Gundogdu ya Alsancakê li dar bixistana ji aliyê Walîtiya Îzmîrê ve hat qedexekirin. Walîtîyê ji bo qedexeyê şert û mercên OHAL'ê wek hincet nîşan da.