ÊLIH - Rûniştina doza Amine Demirtaş (17) a ji aliyê kekê xwe ve hat qetilkirin, îro li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Êlihê hat dîtin. Doz taloqî 16'ê Nîsanê hat kirin.
Li Taxa Huzûrê ya Êlihê, di 31'ê Tîrmeha 2016'an de Amîne Demîrtaş a 17 salî, bi daran rastî lêdana kekê xwe Kasim Demirtaş (29) hat. Piştî lêdanê, kekê wê avê li Amineyê dike, paşê ceryanê dide canê wî û Amine li malê jiyana xwe ji dest dide. Piştî bûyerê bersûc, kujer Kasim Demirtaş hat binçavkirin û paşê hat girtin. Kasim Demirtaş di îfadeya xwe de wiha gotibû: "Pêşî min bi daran li Amineyê da, paşê bi çoyekî plastîk min lê da. Herî dawî jî min ceryan da paş lingê wê."
Di yekemîn rûniştina doza Amine Demirtaş a li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Êlihê hat dîtin de, ji bersûcan Kasim Demiratş, bav M. Mahsum Demirtaş, dayik Adalet Demirtaş û li gel parêzerên wan ferdên malabatê û parêzerên Amine Demirtaşê cih girtin.
Di rûniştinê de îfadeya bersûcan û ferdên malbatê yeko yeko hatin wergirtin.
Piştî îfadedayîna bersûc û ferdên malbatê parêzerên Amine Demirtaşê parêzî kirin. Parêzeran diyar kir ku, li ser Facebookê bersûc Kasim Demirtaş bi 3 kesan re axiviye û gotin, divê ew kes jî daxilî dosyeyê bibin. Parêzeran dest nîşan kir ku ji ber dê û bavên Demirtaşê li hemberî bûyerê xwe li nedîtiyê danîne divê ew jî bên girtin. Parözeran wıha got: "Ev dosye ne dosyeya cinayeteke ji rêzê ye. Ji ber nasnameya xwe ya jinbûnê hatiye qetilkirin. Feraseteke ku mêr dikare telefonê bi kar bîne, lê jin nikare heye. Yanî derûniya bersûc nebaş be, lê ji ber telefon bi kar aniye ma divê ev rewa bê dîtin? Ev vegotinên bersûcan ji bo xwe ji sûc rizgar bikin bi xwe ne. Ev vegotin nayên qebûlkirin, ji xwe rapora otopsiyê her tiştî eşkere dike. Kek Kasim Demirtaş di beyanên xwe yên ewil de îşkenceya wî kiriye qebûl kiribû." Her wiha parêzean xwestin kamerayên mobeseyê yên li nêzî malê bên lêkolînkirin.
Her wiha heyetê, ji bo rûniştina bê de biryara anîna şahid F. ê gotibû Amine Demirtaş bi îşkenceyê hatiye kuştin da.
Piştî parêziya parêzeran, doza ku nêzî 6 saetan dewam kir, ji aliyê heyeta dadgehê ve taloqî 16'ê Nîsanê hat kirin.