MÊRDÎN - Piştî ku li gundên Xeraba Bava û Talatê qedexe rabû, hilweşandina avahiyên dîrokî, şewitandina xaniyên welatiyan, talana amûrên şêniyên gundan û qetilkirina bi dehan sewalên gundiyan derket holê. Li gundê Xerabê Bava 3 avahî û gelek şikeftin ku weke axur tên bikaranîn hatine şewitandin û li gundê Talatê jî 6 avahiyên dîrokî yên du qatî hatine hilweşandin.
Li gundên Talatê û Xerabê Bava yên navçeya Nisêbîna Mêrdînê, piştî rakirina qedexeya derketina derve pêkanînên 19 rojan ên li Xerabê Bava û ên 9 rojan li gundê Talatê derketin holê. Li têketina gundê Talatê mala şînê ya gund cih digire û leşkeran ev der ji xwe re kiriye baregeh. Piştî ku leşkeran gund terikandiye xwarin û bermahiyên xwe yên xwarinê rijandine ber deriyê mala şînê. Her wiha lihêf û doşekên ku ji gundiyan talan kirine jî di nava mala şînê de hiştine.
BI SEDAN QEWANÊN GULEYAN Û XWÎN...
Li her aliyekî gund bermahiyek leşkeran heye. Li nêzî goristana gund bi dehan qewanên gule û bombeavêjan û bombeyên gazê hene. Li gor agahiyên ku gundiyan dane, leşkeran kesekî ku tê îdiakirin endamê HPG'ê ye li vir qetil kirine. Xwîna li erdê û lepikên leşkeran bi kar anîne weke şahidên vê qetilkirinê ne. Her wiha li goristanê kêlikên goran hatine şikandin û texrîbkirin.
6 AVAHIYÊN DÎROKÎ HATIN HILWEŞADIN
Li nava gund 6 avahiyên ku bi keviran 200-300 sal berê hatine çêkirin û 2 qat in bi temamî hatine hilweşandin. Leşkeran ku nekarîne bi top û mayînan van avahiyan hilweşînin, pişt re kepçe anîne û bi rojan ev kepçe li ser van xaniyan xebitîne. Molozên avahiyên ku hatine hilweşadin bi wesayîtên kar derxistine derveyî gund. Li gel hilweşandina xaniyan, gelek darên ku ji qurmê wan tê famkirin ên bi dehan salan in jî ji kokê hatine hilqitandin.
AV Û CERYAN TUNE YE
Leşkerên ku bi ser gund de girtin, li gel hilweşandina xaniyan, xortomên ava gundiyan birîne û stûnên ceryanê yên gundiyan jî hilqitandin. Hêj jî ne ava gundiyan ne jî ceryanan wan heye.
MALA ABDÎ AYKÛT HATIYE ŞEWITANDIN
Li gundê Xerabê Bava destpêkê şewitandina xaniyan bala mirov dikişîne. Bi taybetî jî mala Abdî Aykût ê ku rastî îşkenceyê hatibû û pişt re hatibû girtin. Mala Aykût ji 2 qatan pêk tê û qata duyemîn bi temamî hatiye şewitandin. Li qata jêr jî cihê bi dehan guleyên çekên sivik û giran. Li baxçeyê malbata Aykût xeliya şewitandinê heye lê agahiya tu kesê pê tune ye ku ev xelî ya çi ye. Li gel xaniyê Aykût 2 xaniyên din jî hatine şewitandin.
AXUR ŞEWITANDIN Û SEWAL TELEF KIRIN
Leşkeran tenê ne xaniyên ku malbat tê de dijiyan ne dane ber agir. Şikeftên ku gundî weke axur bikar tînin jî hatine şewitandin û ji ber duxana agir bi dehan çêlek, mî, bizin, mirîşk û elok telef bûne. Çêlekên ku telef bûne hêj di axuran de ne û ji ber ku bi rojan in mirine werimîne. Sewalên weke bizin û mî ji aliyê leşkeran ve ji gund hatine derxistin û nayê zanîn ku birine ku derê. Gelek sewalên ku li derdora gund mirine jî bûne xwarina kûçikên leşkeran.
DERIYÊ HEMÛ XANIYAN HATIYE ŞIKANDIN
Li gund malbatek tenê jî tune ye ku leşkeran gelek caran bi ser mala wan de negirtibe û deriyên xaniyên wan neşikandibin. Leşkerên ku bi ser malan de girtine hemû alavên malan serobino kirine û zerar dane wan. Amûrên ku xwestine jî birine malên ku ji xwe re kirine baregeh. Her mala ku leşkeran bi serde girtiye gefên kuştinê li şêniyên malê kirine û gotine, "Ger hûn cihê wan nebêjin em ê we bikujin."