DÎLOK – Hostayê pêlavên "Yemenî" Mehmet Dursun Gokdeniz, diyar kir ku pêlavên "Yemenî" yên dîrokî bi her awayî berhemê keda desta nin û zaf bi tendurî ne. Gokdenîz, anî ziman ku bi gezek nanê hişk be jî vî pîşeyî diparêze û berdewam dike.
Wek tê zanîn Dîlok, bi çand û dîroka xwe wek bajarekî kevnare tê nasîn. Di heman demê de li binê surên Dîlokê gelek hunerên destan yên xwedî paşerojeke dûr û dirêj in, hîn jî tên çêkirin. Yek ji van hunerên destan “Yemenkarî” ye. Yanî çêkirina pêlavên Yemenî. Li herêmê ji kesên pêlavên Yemenî çêdikin re dibêjin “Koşger” ji kesên ku difroşin re jî “Kavaf” tê gotin. Dîroka pêlavên Yemenî xwe digihîne 650-700 salan. Ev pêlavana cara yekem li Yemenê ji aliyê kesê bi navê Ekber ve hatine çêkirin. Ev pêlav destpêkê tên Heleb, Kilîsê û paşê jî li Dîlokê tên çêkirin. Ev 150 sal e li Dîlokê pêlavên Yemenî tên çêkirin. Di salên 1920’an de li Dîlokê bi qasî 400 hostayên Yemeniyan hebûne, lê niha tenê du hoste mane.
JI POSTÊ 5 LAWIRAN TÊ ÇÊKIRIN
Yemenî tenê ji çermê lawiran tê çêkirin. Di çêkirina Yemeniyan de postê 5 lawiran tê bikaranîn. Binê wê ji çermê ga û gamêş, ser wê ji çermê bizin, astarê hindir ji çermê pez, binê wê di hindir de ji çermê bizin û ga û derdora wê jî ji çermê karan tê çêkirin. Yemenî ji bin û rû pêk tê. Ruyê wê bi ji çermê nexşkirî yê bizinan û pez bi “sirt” û “çiriş” tên bihevdanîn. Destpêkê ters tê dirûtin û pişt re dizivirinîn aliyê rast. Piştî wê dixin qalib û piştî baş tê birîn, ji qalib derdixin. Derdora wê bi destan tê dirûtin. Ji bo şekildana Yemeniyan ev alet tên karanîn; miqar, kutikê daran, muşte, direş, derzî, mivret, kevirê kefek, pastam, direşken, pepkiç, huval, pisak, endaze. Tiştên xwezayî yên wek çermê nexşadî yê bizin û pez, kawuşa sîzî, ta, find, soryaz û ax tê bikaranîn. Dîsa li gor reqemên piyê mirovan qalib hene.
HIŞKBÛNA ÇERM, BÊHNA PÎ Û CEYRANÊ ASTENG DIKE
Ji ber ku Yemenî tenê ji çerm pek tê ling xwêdan nade. Di heman demê de ji ber hewayê digire bêhn ji ling nayê. Ev jî nahêle li ligan mantar çêbibe û çermê ling hişk bibe. her wiha di demeke kurt de jî şeklê ling digire ji bo wê jî ortopedîk e. Ji ber ax di nava çerm de heye ceyrana di laş de dikişîne.
‘ÇÊKIRINA WAN DI XWÎNA MIN DE HEYE’
Li Dîlokê ji bilî du hostayên extiyar hostayeke ciwan heye ku ji bo nemirina çêkirina Yemeniyan ev 2 sal û nîv e dest bi kar kiriye. Mehmet Dursun Gokdeniz (36) ku bi xwe xelkê Dîlokê ye, di wêneyekî de bapîrê bapîrê xwe yê ku koşger û dibîne. Ji berê de jî Yemeniyan bala Gokdeniz dikişand û Gokdeniz jî dest bi karê koşgeriyê dike. Gokdeniz, diyar kir ku wî bi xwe dest bi vî karî kiriye, li ber destê kesî fêr nebûye û wiha got: “Bapîrê bapîrê min ev kar dikir. Ez ji keda destan hez dikim. Ez aşiqê vî karî me. Çêkirina Yemeniyan aramiyê dide min.” Gokdeniz, dest nîşan kir ku dema yek bixwaze vî karî bike, divê serê wî rihet be. Dema ket atolyeyê divê serî wî vale be.”
‘3 SALIN ÇÊKRINA WAN PIR KETIYE
Gokdeniz, dibeje ku ev 2-3 sal in ji ber rewşa şer turîst nayên Dîlok û firotina Yemeniyan pir kêm bûye û wiha axivî: “Niha tu pereyî nake. Firotin pir ketiye. Lê ez ê çêkirina wan berdewam bikim. Ji bo ev kar nemire, ez nazewicim. Ji ber malbateke nikare bi pereyê ji vî karî bi dest dikeve debara xwe bike. Eger ez bi tenê bim, nanê hişk jî têra min dike.”
3 SALAN LI BER XWE DIDIN
Gokdeniz, got Yemenî ji bo tenduristiyê jî zaf baş in û wiha dawî lia xaftina xwe anî: “Eger nexin nava avê dikarin, 2-3 salan li ber xwe didin. Em cota wan bi 60- 70 TL'yî difiroşin. Rihetbûn û tenduristiya wan qasî pêlavên bi milyarekê ne.”