AMED - Endama Koordînasyona TJA'yê êrîşên li dijî jinên kurd ên sala dawî û li dijî van êrîşan berxwedana jinan nirxand û dest nîşan kir ku, êrîşên berê hatibûn kirin di vê sala dawî de bi awayekî giştî dubare hatine kirin, lê belê li dijî vê berxwedana jinan a 10 salan jî teqabulî sedsalekê dike.
Îsal 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, li gel hemû pêkûtî û çewisaninên OHAL'ê yên li dijî jinan, ji aliyê jinan ve bi dirûşmeya "Dê bi berxwedana jinê azadî bi ser keve" tê pêşwazîkirin. Li bajarên kurdan starta çalakiyên ku dê hefteyekê bidomin hat dayîn. Endama Koordînasyona Tevegra Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokka, têkoşîn, berxwedan û xebatên jinên kurd ên saleke dawî vegotin
‘TÊKOŞÎNA JINAN A 10 SALAN TEQABULÎ SEDSALÎ DIKE'
Ayşe Gokkan, diyar kir ku her 10 salên têkoşîna jinên kurd a 40 salî teqabulî sedsalên têkoşîna 300 salî ya jinên cîhanê dike û got, di saleke dawî de têkilidarî hemû qadên jiyanê yên siyasî, civakî, çandî, ekonomîk û ekolojîk pergaleke wê heye. Gokkan, da zanîn ku di sala dawî de ev pergal ji aliyê jinan ve hatiye birêvebirin û got, ev pergal di heman demê de awayê têkoşîna ku pêdiviyên guherîn û veguherînê dike bi xwe ye. Gokkan, dest nîşan kir ku wan sûde ji têkoşîna jinên cîhanê wergirtiye û hatine vê merheleyê û got, êrîşên ku jinên kurd di sala dawî de rastî wan hatine, bi awayekî yekûnî teqabûlî êrîşên 40 salî dikin.
Gokkan, diyar kir ku jinên kurd di sala dawî de rastî êrîşên bêeman hatine û got, yek ji sedamên bingehîn ên vê jî, ji ber ku destkeftiyên wan pergala serdest a mêrî hejandiye. Gokkan, dest nîşan kir ku berê jin rastî şideta derûnî, fizîkî, taciz, tecawiz, dûrxistina ji siyasetê, dûrxistina ji perwerdehiyê dihatin kirin, lê belê di sala dawî de jin bi awayekî yekûnî rastî vana hatine.
‘DÎNAMÎKA JINA BÊDEWLET DERKET HOLÊ'
Gokkan a sedsala 21'emîn wek "Peqîna emperyala serdestiya mêr" nirxand, anî ziman ku hemû êrîşên dewleta 5 hezar salî, li herêmê li dijî destkeftiyên jinên kurd hatine sepandin. Gokkan, diyar kir ku ew ê li dijî van êrîşan bitêkoşin û her wiha li herêmê dînamîka jina ku bêyî dewlet çareseriyê peyde dike derketiye holê û got, ev ji aliyê civakê ve tê qebûlkirin
‘LI HERÊMÊ BI AWAYEKÎ AŞKERE ŞERÊ 3'YEMÎN Ê CÎHANÊ HAT KIRIN'
Gokkan, balê kişand ser pêvajoya şerî û wiha domand: "Li herêmê bi awayekî aşkere Şerê 3'yemîn ê Cîhanê hat kirin. Li dijî vî şerî jinên kurd jî xweparastin. Kesên bi fikreke mîlîtarîst dinihêrin, dema xweparastinê dibihîsin pirçûlaskî dibin. Çimkî, heta niha bi hişmendiyî pergal qet û qet xweparastin xeyal nekiribû. Çimkî, di şer de bi top, tiving, bakafiran êrîş pêk anîn. Jinên kurd cara ewil xwe birêxistin kirin û xweparastinê pêş ve xistin. Jinan li nêv vî şerî hewl da hemû pirsgirêkan çareser bikin. Ji bo pirsgirêk veguheze dadgeha navnetewî belgeyên girîng peyde kirin. Bûm şahidên zindî, wê şahidiya xwe veguherandin pêvajoyeke huqûqî. Di vî şerî de beyana ewil a jinan bû."
‘JINAN BERXWEDANEKE BÊHEMPA NÎŞAN DA'
Gokkan, sala dawî ji bo jinan bû ceribûn û hinceta têkoşîneke mezin û wiha axivî: "Ji ber vê ewil rêveberên KJA'yê hatin qetilkirin. Pêşî bedena jinê hat teşhîrkirin. Ewil jinan van êrîşên zayendî veguhastin raya navnetewî. Tiştekî girîng; bi gelemperî li qada şer jin ji ber van bûyeran ditirsin. Lê jinan di vî şerî de bi ser vê ketin. Hemû derfet bi akr anîn. Jinan hemû rewşên vî şerî kirin belge. Yên li qada şer man, ji sedî 70 jin bûn. Ji wan jinan jî ji sedî 30 yên ciwan bûn. Ev têkoşînek û berxwedaneke bêhempa ye."
‘LIBERXWEDAYÎN ÊDÎ TÊKOŞÎNEKE BÊSERÛBER E'
Gokkan, jinên kurd li dijî polîtîkayên îmha û çewisandinê yên li hembî civakê têkoşiyane û wiha got: "Êdî jin liberxwedayînê wek îbadetê dibînin. Liberxwedayîn êdî têkoşîneke bêserûber e. Û di vê serdemê de jin ji derheqê vê derketin."
Gokkan, balê kişand ser girtina KJA'yê jî û got, ev êrîşa li dijî têkoşîna jinê ye. Gokkan wiha domand: "Çimkî, KJA'yê pergaleke çareseriyê çêkiribû. KJA, sazeyeke ku hevgirtiya 614 saziyên jinan ên têkel, 91 saziyên jinan, 118 meclîsên jinan, 96 hevşaredariyan û bi dehan parlementerên jin bû. Li her qadê pergaleke hêzdar a dengê jinan bû. TJA, pergala KJA'yê dewr girt. Em ê rêxistinbûyîna vê mîrateyê li her qadê bi rê ve bibin. Em ê dev ji rêxistinbûyîna xwe ya serbixwe bernedin. Em ê li her tax û kuçeyê rêxistinbûyîna xwe bidomînin."
‘LIBERXWEDAYÎNA NAVÊ VÊ SERDEMÊ YE'
Gokkan têkildarî 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê jîa xivî û got, ev roja roja destkeftiyên jinên cîhanê ye. Gokkan, dest nîşan kir ku dê jin bi berxwedayînê bi ser kevin û wiha axivî: "Êdî liberxwedayîn navê vê serdemê ye. Liberxwedayîn serketin e. Şîara vê serdemê jî berxwedan e. Em ê li qadan bin. Dê hêza tu kesî nikaribe me hepsî malan bike. Ceribîna me bi dest xistiye êdî vê nîşan dide ku, dê sedsala 21'yemîn bibe sedsala azadiya jinê. Em bang li hemû jinan dikin, da ji pergala heyî re bibêjin 'Na', gotina xwe bibêjin û qethiyan çok venedin. Em ê teqez bi 8'ê Adarê û bi ruhê Newrozê bigihîjin 'Na'yê."