WAN - Li Payîzavayê welatiyê astengdar ê bi navê Mithat Dogar, li Bendava Zernekê ya qeşa girtiye masiyan zevt dike û dibêje 20 sal e vî karî dike.
Bendava Zernekê ya di sala 1988'an de li navçeya Payîzava ya Wanê hat çêkirin, zivistanan ji ber sar û seqemeke zêde qeşa digire. Yek ji welatiyên ku li golê bi zevtkirina masiyan debara xwe dikin, welatiyê berasteng Mithat Dogar e. Dogar masiyên zevt dike, li ser riya Colemêrg-Wanê dfiroşe. Dogar kîloya masiyan bi 15 TL yî diforoşe û got, ew 20 sal e bi vî karî debara xwe dike.
ROJÊ 20 KÎLO MASÎ ZEVT DIKE
Mithat Dogar, ê 20 sal e li golê bi zevtkirina masiyan debara xwe dike, diyar kir ku rojê ew 15-20 kîlo masî zevt dike. Dogar ê destekî wî tune ye, balê kişand ser şert û mercên zivistanê û wiha got: "Ji bo min hinekî zehmet e, lê em mecbûr in debara xwe bikin. Em qeşayê dişkînin û masiyan zevt dikin. Em torên xwe dixin bin qeşayê. Em heta meha Nîsanê vî karî dikin. Piştî em torên xwe davêjin, paşê em tên paqij dikin. Her carê 15-20 kîlo masî berhev dibin. Em du malbat bi sala ne vî karî dikin."