Yildiz ê 9 rojan li mala xwe dîl hat girtin: Me 40 sal in tiştekî wisa nedîtibû

MÊRDÎN - Necatî Yildiz ê li gundê Talatê dijî diyar kir ku leşkeran ewil bi ser mala wî de girtin li mala xwe 9 rojan dîl hatine girtin, ew 40 sal in li ser vî axê têdikoşe lê tiştekî wisa nedîtiye û jiyan nekiriye.

Tu cudahiya dîmenên piştî qedexeya 9 rojan a li ser gundê Talatê yê navçeya Nisêbîn a Mêrdînê û bodrûmên navçeya Cizîr a Şirnexê tuneye. Çawa ku li Cizîrê piştî hilweşandinê molozên avahiyan hatin rakirin li gundê Talatê jî molozên 6 avahiyên dîrokî yên ku hatine hilweşadin tu kes nizane li ku derê ye. Ji bilî hilweşandina avahiyên gund leşkeran bi ser gelek malan de girtiye û xaniyên gel ji bo xwe weke baregeh bikar anîne. Necat Yildiz yek ji wan welatiyan e ku bi rojan agahî jê nehatiye wergirtin û leşker 9 rojan di mala wî de mane, telefona wî jê stendine û ew û zarokên wî di malê de dîl girtine. Yildiz 9 rojên ku di bin kontrola leşkeran de ji dîhaberê re vegotin.

DERIYÊ MALAN BI KEPÇEYAN ŞIKANDIN

Yildiz da zanîn ku leşker bi helîkopteran hatine gund û destpêka dorpêça leşkeran wiha vegot: "Dema ku hatin gund me di destpêkê de tiştek fêm nekir. 6 malên ku hatine hilweşandin hemû girtîbûn û derdora wan jî bi têlan hatibû girtin. Destpêkê bi ser mala me de girtin û deriyê hewşa me bi wesayîtên zirxî şikandin. Zarokên min ên biçûk hemû di malê de bûn û gelekî tirsiyan."

Yildiz diyar kir piştî leşker li mala wî bi cih bûne dest bi xerabkirina 6 malan kiriye û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Piştre bi bombeyan ev 6 avahî hilweşandin. Dema hatin mala min kêliyekî dengê çekan hat. Şibakên min 2 cam in. Her çiqas cama aliyê hundir neşkestine be jî leşkeran digot gule ji hundirê mala te hatine me. Min kir nekir ji min bawer nekirin."

MAL HILWEŞANDIN Û MOLOZÊN WAN BIRIN

Yildiz bi lêv kir ku leşkeran ewil 3 piştre jî 2 cenaze ji gund derxistine û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ez nizanim cenaze aydê kê ne lê piştî cenaze rakirin hatin molozên van xaniyan jî rakirin. Bi kamyon û kepçeyan hemû bermahiyên van xaniyan birin derveyî gund. Ji bo ku kepçe û kamyon bikaribin derbas bibin hemû darên derdora van xaniyan ji kokê hilkişandin. Xeta avê û stûnên ceryanê jî ji aliyê leşkeran ve hatin şikandin."

Yildiz şikandina kêlên goran jî bi van gotinan anî ziman: "Destpêkê ez dernediketim derve. Dema ez derketim min dît leşkeran zirar daye kêlên gorên xizmên me. Dema min ji wan re got we çima wisa kiriye, wê demê rawestiyan û êdî zirar nedanê. Zirar dan gorên pêşmergeyan jî. Min ji wan re got pêşmergeyê mezin Barzanî niha li Enqere ye hûn çima wisa dikin lê dîsa jî gundar nekirin û zirar danê."

EZ WEKE DÎLGIRTIYAN BÛM

Yildiz anî ziman ku ev 40 sal in ew li ser vê axê têkoşînê dide lê tiştek wisa nejiyane û axaftina xwe wiha domand: "Xistina binçavkirina min jî cuda ye. Fermandarê wan li mala min dima. Ji xwe kiribûn weke eywanê. Dema bi ser mala min de girtin çek danîn ser stûyê min û li nava malê ez gerandim. Ez di hundirê malê de wekî girtiyan, wekî esîran bûm. Her leşkerê ku dihat ez carekî di lêpirsînê re derbas dikirim. Min ji wan re got hûn rêxistinek çawa ne wisa. Yekê ji min re got, 'Em ne rêxistinin, em artêş in' Min jê re got ger hûn artêş bûna, wê rêxistina Serokomar, Serokwezîr û Wezîrê Karên Hundir ne cuda bûya. Min heya vî temenê xwe gelek tişt dîtin ji ber wê di aliyê derûnî de ez gelekî nemam bi bandora wan de lê li ser derûniya zarokên min bandor çêbû. Herî zêde dayîkan min ket bin bandora wan de. Ji ber ku ez tim di hundir de bûm min gelek derve nedît. Dema serê sibê ji gund derketîn nû telefona min dan min."

DI HUNDIR MALA MIN DE AMÛREK NEHIŞTIN

Yildiz destnîşan kir ku di an 9 rojan de leşkeran mitbexa wan jî destser kiriye û wiha pêde çû: "Mitbexa me gelekî mezin e. Di mitbexê de çi hebe hemû ji me stendin. Piştre jî ne şuştin û hemû avêtin çopê. Me ne pirsî ka alavên me avêtine ku derê jî. Hemû cil û bergên me ji aliyê leşkeran ve hatin lewitandin. Televîzyon û amûrên me yên din jî birine. Serê sibê dema çûne lihêf û nivînên me rast kirine. Weke ku bibêjim me zerar nedaye we lê tiştek di hundirê mala min de nehiştine."


HÛN DERKEVIN EM Ê WE BIKUJIN

Ciwanekî ku di qedexeyê de rastî îşkenceyê hatî û nexwest navê xwe bide ev tişt gotin: "Ji mizgeftê anons kirin û gotin bila zarok werin em wan bişînin dibistanê. Birayê min ditirsiya biçe û li ser vê yekê ez pêre çûm. Dema em çûn nasnameyên hemû zarokan di GBT'yê re derbas kirin û zarok hemû derb kirin. Di GBT'ya me de tiştek derneket lê dîsa jî li me xistin."

Jina bi navê Latîfe Acar jî da zanîn ku wan gelek caran ji bo derkevin derve destûr xwestiye lê leşkeran gotiye na û wiha axivî: "3 caran li mala me lêgerîn pêk anîn. Her roj me digot em ê derkevin derve lê destûr nedidan. Digotin hûn derkevin em ê we bikujin.

Dîcle Muftuoglu / Nedîm Orûç - Dîhaber