MÊRDÎN - Abdî Aykut ê ku li Xerabê Bava rastî îşkenceyê hat û hate girtin ji ber ku rewşa wî nebaş bû careke din rakirin nexweşxaneyê. Parêzerê Aykut, Ridvan Alp diyar kir ku tiştekî şênber tuneye ku bibe sedema girtina muwekîlê wî û ji ber ku li ser dosyayê de biryara veşarîbûnê heye nikarin xwe bigihînin tevahiya dosyayê.
Abdî Aykût ê ku li gundê Xerabê Bava yê navçeya Nisêbîn a Mêrdînê bi îşkenceyê hatibû binçavkirin û piştre hatibû girtin ji ber ku rewşa wî nebaş bû careke din ji Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê rakirin nexweşxaneyê. Parêzerê Aykût, Ridvan Alp diyar kir ku ji bo Aykût were girtin di dosyaya wî de tiştek şênber tuneye û ew ê îtîraza girtina Aykût bikin.
Parêzer Alp îfadeya ku Aykût li dozgeriyê daye wiha vegot: "Aykût di îfadeya xwe de got, 'Ez li Qoserê rûdinêm. Ji bo kezaxa rezan salê çend caran diçim gund. Ji ber ku ji hewaya gund hez dikim herî dawî dîsa li gund bûm. Şikefta ku 2 kes têde hatine kuştin 15 metre dûrî mala min e û ava mala min a serşoyê diçe wir. Tu kes nikare saetekê li wir bijî ma çawa dikarin bi hefteyan bijîn. Agahiya min tuneye ku endamên rêxistinê li wir mane. Di qedexeyê de ez li mala apê xwe Nezîr Aykût dimam. Mala min kevn e ji ber wê nayê bikaranîn'"
LI MALÊ HEYA QEREQOLÊ ÎŞKENCE
Alp diyar kir ku Aykût di îfadeya xwe de qala kesên ew binçav kirine jî kiriye û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Kesên ku Aykût binçav kirine rûya wan girtiye û cilên sor li xwe kirine. Aykût jî di îfadeyê de diyar kiriye ku dema ji mal hatiye derxistin û heya anîne qereqolê îşkence bi wî hatiye kirin. Her wiha cilên wî ji ber kirine û bi saetan li ber sermayê hiştine."
LI GORÎ RAPORAN DIVÊ DI GIRTÎGEHÊ DE NEMÎNE
Alp da zanîn ku Nezîr Aykût ê ku weke şahid hatiye nîşandan bêyî ku parêzer hebe îfadeya wî hatiye wergirtin û wiha pêde çû: "Nezîr Aykût jî di îfadeya xwe de gotinên Abdî Aykût piştrast kirine û gotiye Abdî Aykût li mala min maye."
Alp îşkenceya ku li muwekîlê wî hatiye kirin jî bi van gotinan anî ziman: "Aykût bi erdê ve kaş kirine. Bi serê çekê li zikê wî xistine û îşkene lê kirine. Li gor raporên ku nexweşxaneyê dane diviya li girtîgehê nemabûya. Lê dîsa jî ew şandin girtîgehê."
EM NIKARIN XWE BIGEHÎNIN NAVREROKA DOSYAYÊ
Parêzer Alp herî dawî da zanîn ku ji ber biryara nepeniyê li ser dosyayê ye ew nikarin parastineke baş bikin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Em nikarin xwe bigehînin naveroka dosyayê û ji ber vê yekê em nikarin parastinek baş bikin. Ji ber rewşa nexweşiya muwekîlê min dema ew birine girtîgehê piştî saetan ew careke din rakirine nexweşxaneyê. Rewşa wî ji bo di girtîgehê de bimîne ne guncav e û em ê ji bo were berdan îtîraz bikin. Ger ev yek neyê qebûlkirin em ê serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn bidin."