ANTALYA - Hat îdîakirin ku li Girtîgeha Şakranê girtî û hikûmxwer li hewşa girtîgehê rastî îşkenceya tazî hatine.
Hat îdîakirin ku girtî û hikûmxwerên li Girtîgeha Tîpa T a Şakrana Îzmîrê ya bi binpêkirinên mafan di rojevê de ye rastî îşkenceya tazî hatine. Girtiyê bi navê Kamuran Nas di hevdîtina telefonê ya bi malbata xwe kiriye de binpêkirinên mafan vegotin.
Birayê Nas Mubarek Nas, vegotinên birayê xwe yê rastî îşkenceyê hatine wiha ragihand: “Şevê hatin ez û 4 hevalên me derxistin hewşa girtîgehê. Li hewşê em tazî kirin. Piştî em tazî kirin êrîşî me kirin. Bi saetan li me xistin û em derbkirin. 4 hevalên min ji ber îşkenceya dîtine birîndarin. Me nabin revîrê. Bi birîndarî me digirin. Me li dijî pêkanînan dest bi greva birçîbûnê kiriye.”
Nas da zanîn ku birayê wî gotiye ku li serşo û destşoyên girtîgehê kamere hatine bicihkirin û wiha pêde çû: “Dema girtî banyo dikin gardiyan ava germ li ser wan digirin û ava sar ber didin. Îşkenceya li girtîgehê bi awayekî sistematik pê tê. Em bang li raya giştî dikin ku bi hestiyar tevbigerin.”
Me derbarê îdîayan de li girtîgehê geriya lê gotin ku rayedarên girtîgehê li vir nînin û bersiva îdîayan ne dan.