Fermandara YJŞ'ê Vejîn: Êrîş encama hevdîtina Barzanî û Erdogan e

ŞENGAL - Fermandara YJŞ'ê Rosyar Vejîn diyar kir ku hêzên PDK'ê li gel komên wan ên çekdar ji serê sibehê ve bi çekên giran êrîşê Xanesor û Sinonê dike. Vejîn anî ziman ku piştî hevdîtina Barzanî û Erdogan ev êrîş pêk hatin.

Hêzên girêdayî Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ên weke pêşmergeyên Rojava, hêzên Zêrevanî û komên çekdarên ên girêdayî PDK'ê di saetên serê sibehê bi çekên giran êrîşê bajarokê Xanesorê kirin û li herêmê şerek dijwar rû da. Têkildarî êrîşa hêzên PDK'ê Fermandara YJŞ'ê Rosyar Vejîn ji ajansa ROJ newsê re axivî û diyar kir ewê li hemberî van êrîşan gav şûnde ne avêjin û herêmên xwe bernedin û wiha got: "Ji şevê din ve hêzên PDK'ê hêzek mezin sewqî Xanesor û Sinonê dikin. Her wiha bi çekên giran, weke doçka, hewan, tang û ferdî êrîşê çeperên me dikin. Şerê li Xanesor û Sinonê didome."

Rosyar Vejîn anî ziman ku wan heta deqeya dawî jî nexwest ku şer rû bide û wiha berdewam kir: "Lê ew hatin û êrîşê herêmên dibin kontrola me de kirin. Pêşmergeyên Rojava ji wan kesan pêk tê ku xiyanet li Rojava kirine û di dema berxwedana Rojavayê Kurdistanê de revîne Başûr û niha dijî Şengalê şer dikin. Li gor agahiyên me girtine kesên xiyanet li tevgera azadî ya Kurdistanê kirine jî tevlî vî şerî bûne."

'ENCAMA HEDÎTINA BARZANÎ Û ERDOGAN E'

Rosyar Vejîn bang li gelê Êzidî kir û wiha got: "Banga me ji gelê me yê Êzidî re li dijî van êrîşan bibin yek û xwedî li warê xwe derkevin. Divê gelê me bizane emê van cihan ji wan xayînan re nehêlin û heya dawiyê parastina gelê xwe bikin. Ev êrîş berhem û encamê hevdîtina Barzanî û Erdogan e."

ŞER DIDOME

Şerê li bajarokê Xanesorê ya Şengalê li ser êrîşkirina kom û çekdarên girêdayî PDK'ê destpê kir, didome. Her wiha hat diyarkirin ku 4 pêşmergeyên êrîşkar ji aliyê hêzên YBŞ û YJŞ'ê ve dîl hatine girtin.


'PDK'ê BIRÎNDARÊ XWE BIRIN TIRKIYEYÊ'

Li gorî çavkaniyeke herêmî ku nexwast navê Wî bê eşkere kirin, diyar kir ku PDK’ê birîndarên xwe ji Şengalê rasterast ser Dihokê re veguhestine Tirkiyê.
Agahiyên herêmî diyar dikin ku PDK beşeke birîndaran li Dihokê nadin rawestandin û yekser derbasê Tirkiye dikin. Li gorî heman çavkaniyê gelê herêmê guman dikin ku ew birîndarên derbasê Tirkiyê hatine kirin ne Kurd bin, ji bo deşîfre nebin derbasê Tirkiyê dikin.