Yalçindag: Dadgeha Qanûna Bingehîn biryarên ku berê daye red dike

AMED - Parêzer Reyhan Yalçindag diyar kir ku Dadgeha Qanûna Bingehîn der barê parlamenterên girtî de biryarên ku berê daye red dike û wiha axivî: "Ger ku AYM xwedî li biryarên xwe yên der barê parlamenterên girtî de berê dayê dernekeve, em li bendê ne ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê di demeke nêz de têkîldarî serlêdana me biryara binpêkirinê bide."

Piştî ku bi guhertina qanûna bingehîn destnedayîna parlameneteran a qanûnçêkirinê hate rakirin fezlekeyên ku der barê 55 parlamenterên Partiya DEmokratîk a Gelan (HDP) de veguhere dozan. 13 parlamenterên ku di nav de Hevserokên Giştî yê HDP'ê jî hene hatin girtin gelek parlamenter hatin binçavkirin. Der barê parlamenterên ku neçûn dadgehê de biryara bi zorê anînê yan jî biryara girtinê hat derxistin. Di vî pêvajoyê de parlamenteriya Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag hat xistin, li Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û parlamentera HDP'ê ya Amedê Nursel Aydogan ceza hat birîn. Ligel ku biryara Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) ji bo parlamenterê CHP'ê Mustafa Balbay dabû û wekî mînak tê nîşandan li holê ye jî ji bo parlamenterên HDP'ê bên berdan serlêdan hat kirin lê ligel ku li ser serlêdanê 100 rojan zêdetir dem derbas bûye jî AYM'ê biryarek neda û ev dibe sedema nîqaş û nerazîbûnan. HDP'ê ji ber ku ji AYM'ê biryarek derneket serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) da. Herî dayî Sekreterê Giştî yê Konseya Ewropayê Thorbjorn Jagland hişyariya ger serlêdana ji bo parlamenteran ji aliyê AYM'ê ve di demeke kin de neyê nirxandin dê DMME serlêdanan binirxîne kir.

Parazvana mafên mirovan, hiqûqnas û ji parêzerên HDP'ê Reyhan Yalçindag têkîldarî serlênada xwe ya ji bo parlamenteran ji ber ku AYM'ê nenirxandiye û biryarek nedaye, serlêdana ji bo DMME'yê û neqlkirina dozên parlamenteran li bajarên din axivî.

'ENCAMÊN Bİ FIÎLÎ GIRTINA HDP'Ê ZÊDETIR DERDIXE HOLÊ

Yalçindag diyar kir ku rakirina destnedayînên hevserok û parlamenterên HDP'ê, girtina wan li dijî Qanûna Bingehîn û Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) ye û wiha berdewam kir: "Girtina Hevserokên Giştî yê HDP'ê û parlamenteran, doz li wan vekirinê ve nasnameya hiqûqî ya HDP'ê hedef hatiye girtin, bi awayekî fiîlî girtina HDP'ê encamên giran derdixe holê. Ji ber ku girtina partiyên siyasî di dîroka siyasî ya Tirkiyeyê de her tim dihat rexnekirin, serokwezîr û serokomarê wê demê, rayedarên AKP'ê daxuyaniya 'bila hemû kes cezaya kirinên xwe bikişînin' ve gotibûn ewê rêbaza girtina partiyan bikar neynîn."

Yalçindag got ku girtina parlamenteran, girtina hevşaredarên hatine hilbijartin, ji peywir girtinê, li şûna wan qeyûm tayîn kirin divê bi pêvajoya ku tê meşandin ve bê nirxandin.

'BI BIRYARA DADGEHA QANÛNA BINGEHÎN PARLAMENTERÊN HATIN BERDAN ÎRO TÊN GIRTIN'

Yalçindag destnîşan kir ku ligel ku biryara AYM'ê ya ku di 2013'an de parlamenter nikarin girtî bimînin li holê ye jî girtina parlamenteran nehiqûqî ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Piştî biryara Dadgeha Qanûna Bingehîn a di 2013'an de ji bo Balbay da wê demê 5 parlamenterên BDP'ê hatin berdan. Wê demê di nava parlamenterên hatin berdan de Selma Irmak û Gulser Yildirim jî hebûn. Lê niha çi heyf e ku Irmak û Yildirim dîsa hatin girtin, li girtîgehê ne. Lê biryara Balbay li wir e. Dijminatiya li dijî kurdan û dijminatiya li dijî muxalefetê li wir e. Ji ber vê yekê biryara Dadgeha Qanûna Bingehîn a wê demê îro tê binpêkirin, nedîtî ve tê dîtin. Ger mînakek bê dayîn biryara ku 8'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê der barê muwekîlên me de da tune hate hesibandin. Muwekîlê me Baluken ê hate berdan û heta ligel ku tedawiya wî ya li nexweşxaneyê temam nebûbû hate girtin."

'AYM BIRYARA XWE RED DIKE'

Yalçindag got ku ji ber ku di serlêdana şexsî ya ku ji bo parlamenterên girtî de li AYM'ê hat kirin encamek derneket serî li DMME'yê dane û wiha pêde çû: "Piştî ku parlamenter di 4'ê mijdarê de nehiqûqî hatin girtin me îtira kir lê ji ber ku hat redkirin me mijar bir Dadgeha Qanûna Bingehîn. Ji bo Hevserokên Giştî yên HDP'ê bên berdan me bi daxwaza AYM lêkolîn bike serlêdan kir. Li ser serlêdana me 95 roj derbas bûbû. Dadgeha Qanûna Bingehîn bi vî renî nîşan da ku wesfê xwe yê riya hiqûqa nevxweyî ye winda kiriye. Sedema ku di 20'ê Sibatê de çûna me ya Strasburgê ev bû. Heman rojê me ji bo Îdrîs Baluken ji ber ku binpêkirina cidî ya tenduristiyê hebû bi daxwaza tedbîrê me serî li DMME'yê da. Di nava 2-3 rojan de serlêdanên ji bo parlamenterên din ên girtî jî bigihîje DMME'yê. Çi heyf e AYM niha biryarên xwe red dike. Ger ku AYM xwedî li biryarên xwe yên der barê parlamenterên girtî de berê dayê dernekeve, em li bendê ne ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê di demeke nêz de têkîldarî serlêdana me biryara binpêkirinê bide. Biryarên ku DMME bide esas e ji ber vê yekê jî divê tiştên pêwîst bi cih bîne."

Yalçindag, da zanîn ku piştî darbeya 15’ê Tîrmehê Dadgeha Bilind ji ber serlêdanên zêde direng biryar da û wiha got: “Lê rewşa dehezar dosyayên hiqûqî ji rewşa parlamenterên girtî cuda ye, cudahî jî ew ku statuya parlamenteran didome, hatine hilbijartin û destnedama wan berdewam dike. Girtina parlamentera binpêkirina mafê hilbijêr û hilbijartinane. Girtina parlamenterên ku hemû Tirkiyeyê temsil dike vê dozê ji doza kesayetî derdixe. Tê rewşek wiha ku kesên deng dane wan jî derbas dike. Ji ber wê 95 rojên me di pêvajoya Dadgeha Bilind de derbaskirin dide nîşandan ku vê pêvajoyê derbas dike. Ji ber biryara Balbay rewşek taybet a parlamenterên girtî heye. Dadgeh di ferqa vê de ye. Ji ber vê ez dihizirim ku dê pêvajo zêde dirêj nebe. Ez hêvî dikin û dibêjim ku ger ji DMME’yê biryar dernekeve em hêvî dikin ku Dadgeha Bilind xwedî li tiştên xwe derbikeve.”

‘WEZARETA DADÊ JI BO PARASTINÊ AMADEKARIYAN DIKE’

Yalçindag, anî ziman ku di serlênanên wan ên DMME’yê de parastin ji Tirkiyeyê ne hatiye xwestin, lê Tirkiye amadekariya parastinê dike û wiha pêde çû: “Di hinek belgeyên dosyayê de diyar dibe ku Tirkiye amadekariyên parastinê dike. Di dozên parlamenterên girtî yên li dadgehên cezayê giran û aliyeyê berdewam dikin de em bi nivîsên Wezareta Dadê ya ‘derbarê dosyayên ji dadgehên we re tên agahiyan bidin me’ re rû bi rû dimînin. Diyare ku amadekariyên Wezareta Dadê ji bo Dadgeha Bilind û DMME’yê hene. Ew jî dizanin ku mecbûrin derbarê îdîa, pirs û binpêkirinên mafan ên di serlêdanên me de bersiv bidin.”

‘BI SEWQKIRINAN DIXWAZIN DOZAN BIDIN JI BÎRKIRIN’

Yalçindag, diyar kir ku dozên derbarê parlamenterên HDP’ê yên Colemêrgê yên girtî de hatine vekirin ji hinceta “ewlehiyê” hatine sewqkirin, dozên hatine dîtin jî bi heman hincetê sewqî bajarên din tên kirin û wiha domand: “Mesela sewqkirina dozan ne meseleya îro ye. Çi dema ku sûcek derbarê dewletê de hebe ji bo serdebigire sewqkirina dozan dixe meriyete. Ji bo sewqkirina dozan ewlehiya cemaweriyê dikin hincet. Lê tu caran polîsên tên darizandin, an malbat yan jî parêzerên wan rastî êrîşê ne hatin. Wekî aliyê gazindeker em rastî êrîşê hatine. Dosyaya qetlîama Licê û Pasûrê sewqî Eskîşehîr, Îzmîr û Enqereyê yên ku eleqa xwe bi wan tüneye hatin kirin. Parlamenterên ku dê Colemêrgê bên darizandin şandin Amedê, dosyayên Guntan Kişanak û Sebahat Tuncel ên ku dê li Amedê bihatina darizandin şandin Meletiyê. Doza Demîrtaş bi hinceta ewlehiyê sewqî cihek din kirin. Ev hemû bêhiqûqî ne. Hûn dixwazin çi veşêrin û ji ber çavan dur bixin. Çima ji bo gel ji bîr bikin hewldanan didin. Bi sewqkirinan hewldidin dozan bi gel bidin jibîrkirin.”

Yalçindag, bal kişand ser biryara dadgehan a ji bo parlamenteran û şandina dosyayan a ku parlamenter cihê lê hatine girtin û wiha got: “Biryara bêrayetiyê bêhiqûqiyek din nîşan dide. Dema hinek dadgeh dibêjin em ne peywirdarin û têgînek domker derdixînin holê. Di qanûnan de nayê gotin kes li ku hatiye girtin dê li wir bê darizandin. Dê ev hevnegirtin ji dadgeha bilind bizivire. Em wekî hiqûqnasek ku gelek doz birine DMME’yê ji bo demokratîkbûna welat û rêzdariya hiqûqê têdikoşîn. Ji ber vê ji bo gelê li vî welatî xwe di bin teminata hiqûqê de hîs bike, em bi hêvîne ku hiqûqnasên biryarên wêrek bidin û ji dadgehan biryarên bi dad derbikevin. Cihê ku dawî li van bêhiqûqiyan bê dadgehên li virin. Lê ji ber em li vir encamek bi bandor nagirin em serî li DMME’yê didin.”