Endamên Meclîsa Gund hatin berdan

SÊRT - Li gundê Eynê ya Dihê 30 endamên Meclîsa Gund ên hatin binçavkirin hatin berdan

Li gundê Eynê ya navçeya Dihê ya Sêrtê 30 endamên Meclîsa Gund ên ku duh ji aliyê leşkeran ve di serdegirtinên malan de hatibûn binçavkirin li Tabura Eyne heta saetên dereng ên şevê îfade dan. Meclîsa Gund a ji 40 kesan pêk tê di 2014'an de hatibû avakirin û ji wan 30 kesên ku hatibûn binçavkirin piştî îfade dan hemû hatin berdan.