KCD'ê êrîşa KDP'ê ya li dijî êzîdîyan şermezar kir

AMED - Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), êrîşa KDP'ê ya li dijî êzîdîyên şengalê şermezar kir û xwest dawî li vê êrîşê bînin. KCD'ê destnişan kir ku êrîşa piştî ziyareta Mesud Barzanî ya bi Serokomar Erdogan û Serokwezîr Yildirim re pêk hatiye ne tesadufî ye. KCD'ê anî ziman ku rîş di serî de li hemberî Yekîtiya Neteweyî ya Kurd û destkeftiyên gelên kurd in.


Kongreya Civaka Demokratîk KCD'ê êrîşa pêşmergeyên KDP'ê ya lidjî êzîdîyên şengalê şermezar kir û xwest bi lezgîn dawî li van êrîşan bînin. KCD'ê têkildarî êrîşê daxuyaniya nivîskî weşand û wiha got: "Her roj êrîşên li hemberî destkeftiyên gelê kurd zêdetir dibin. Çeteyên ji hêla desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê hatine perwerdekirin her roj êrîşî Rojava dikin û îro jî heman çete bi destê PDK'ê êrîşî Şengalê dikin. Ev êrîş komkujiyên li ser kurdan bi awayekî aaşkera radixe ber çavan. Em ev êrîşa PDK'ê ya li ser gelê me yê êzidî û destkeftiyên wan ên ku bi hêz û berxwedana xwe bi dest xistine, bi tundî lanet dikin."

'ÎXANETA PDK'Ê WEKÎ RÛPELA REJ KET DÎROKÊ'

KCD'ê di berdewama daxuyaniyê de anî ziman ku DAIŞ'ê beriya di 2014'an de êrîşî Şengalê bikin, hêzên PDK'ê revorevo reviyan û gelê êzidî bi komkujiya çeteyan re rû bi rû hiştin û wiha got: "Gelek gelek jinên êzidî esîr ketin destê çeteyan û li bazaran hatin firotin. Ev îxaneta PDK'ê wekî deqeke reş ket nav rûpelên dîrokê û ev hêj jî di hişê gelê me de cihê xwe digire. Ligel vê îxanetê gelê êzidî bi hêz û berxwedana xwe Şengal rizgar kirin. KDP'a ku tehemulî Şengala azad nekir, gefên komkujiyê li gelê êzidî xwarin. Herî dawî bi hatina Mesud Barzanî ya Tirkiyeyê û bi serokomarê tirk Recep Tayîp Erdogan û serokwezîrê tirk Bînalî Yildirim re hevdîtin pêk anî. Ev êrîşa Şengalê ya piştî vê hevdîtinê ji bo me ne tesadufî ye. Ev êrîş di serî de li hemberî Yekîtiya Neteweyî ya Kurd û destkeftiyên gelên kurd ên bi hêz û berxwedana xwe bi dest xistine, pêk hatiye."

'LI DIJÎ DIJMINÊ KURD LI CEM GELÊ KURD CIH BIGIIRN'

KCD'ê di dirêjahiya daxuyaniyê de bang li PDK'ê kir û wiha got: 'Li ser vê bingehê, hewceye ku em wekî KCD'ê bangewaziyeke demildest li PDK'ê bikin. Heta niha we li ser navê dîplomasiyê li cem dijminê gelê kurd cih girt. Wexta ku desthilatdariya faşîst a AKP'ê bajarên bakurê Kurdistanê serobino dikir qet deng ji we derneket û we bertek nîşanî wan neda û bi taybetî daxuyaniyên we yên li hemberî Rojava cesaret da neyarên kurdan. Beriya ku dereng bimînin, daxwaziya me ew e ku li hemberî dijminê gelê kurd li cem gelê xwe cih bigirin. Gava ewilî ya vê yekê jî dawî li êrîşên xwe yên li hemberî Şengalê bînin û rêz nîşanî biryara gelê êzidî bidin. Em wekî KCD'ê, bang li hemû kesên di serî de li çar parçeyên Kurdistanê dijîn dikin ku li hemberî ev dagirkirin û komkujiyê helwesta xwe nîşan bidin. Îro xwedîderketina li deskeftiyên gelê êzidî peywireke mirovî ye. Divê hemû partî û hêzên Kurdistanê xwedî li destkeftiyên gelê êzidî û Rojava derkevin."