Li Şengalê rewşa dawî: Êzidiyan rê nedan PDK'ê

ŞENGAL - Piştî serdana Mesut Barzanî la li Enqereyê komek hêzên çekdar ên girêdayî PDK'ê êrîşî Şengalê kirin, welatiyên êzidî li hemberî vê yekê derketin. Hin kesên ku di nava hêzên çekdar ên PDK'ê de yên bi berxwedana êzidiyan birîndar bûn hate hînbûn ku ji bo derman bikin anîne Tirkiyeyê.

Piştî serdana Serokê Herêma Federal a Kursidstanê Mesut Barzanî "Pêşmergeyên Rojava" yên girêdayî PDK'ê li dijî Şengalê ketin nava tevgerê û serê sibehê di navbera wan û hêza leşkerî ya êzidiyan de şer derket.

ÊZIDIYAN PÊŞIYA WAN GIRT

Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) li herêma Xanesor a Şengalê li ser êrîşan bersiv dan koma çekdar a girêdayî PDK'ê. Koma çekdar a ku dema êrîşên DAIŞ'ê de Şengal terikandin rastî berxwedana gelê êzidî yên Şangalê hatin, gel jî li hemberî koma çekdar derket. Êzidiyên ku li dijî vî yekê nerazîbûn nîşandan pêşiya hêzên PDK'ê girtin.

PÊŞMERGEYÊN ÊZIDÎ JÎ ACIZ IN

Li aliyê din pêşmergeyên êzidî yên di nava PDK'ê de jî li hemberî yên li derve hatin açiz in. Şer hinekî rawestiya ye.

BIRÎNDAR ANÎN TIRKIYEYÊ

Gelê êzidî nexwestin komên çekdar ên ji bo PDK'ê ji derve anîne û birîndar bûne li Sinunê bên dermankirin. Li ser vê PDK'ê hin birîndar ji Deriyê Sînor ê Xabûrê anî Tirkiyeyê.

4 PDK'Î HATIN GIRTIN

Li aliyê din di şerê ku piştî êrîşa koma PDK'î ya li dijî Şengalê dest pê kir, hate hînbûn ku 4 kesên bi çek ên girîdayê PDK'ê jî ji aliyê hêzên YBŞ/YJŞ ve bi saxî hatine girtin.

Dîsa li gorî agahiyan di şer de endamekî YBŞ'ê jiyana xwe ji dest dane 3 jî birîndar bûne.

80 PÊŞMERGEYAN NEXWESTIN ŞER BIKIN

Jibilî vê hate gotin ku nêzî 80 pêşmerge ji ber ku nexweştine şer bikin ji aliyê rêxistina îstixbaratê ya PDK'ê Parastin ve birine herêmekî din û gefê kuştinê li wan hatiye xwarin.

ROJNAMEGER BIRÎNDAR BÛN

Hate hînbûn ku li Şengalê rojnameger Nûjiyan Erhan a ku şer dişopand û nûçegihanekî din ên li cem wê birîndar bûne. Erhan hatiye dermankirin.