Parlamenterên Êzidî: Dawî li îxanetê bînin

AMED - Parlamenterê HDP’ê yê Êzidî Alî Atalan êrîşa PDK’ê ya li dijî Şengalê nirxand û wiha got: “Kesên îro êrîşî gundê şengalê dikin îhaleya DAIŞ’ê dewr girtine.” Parlamentera HDP’Ê Feleknaz Uca jî xwest êrîşa ku ew wekî “îxaneta li dijî kurdan” dinirxînin demildest bi dawî bikin.

Bertekên li dijî êrîşa PDK’ê ya li dijî gundê Xanesor û şervanên YBŞ’ê û YJŞ’ê yên Şengalê zêde dibin. Parlamenterê HDP’ê yê Êzidî Alî Atalan diyar kir ku êrîşa li dijî hêzên gel ên Şengalê nayê qebûlkirin û wiha got: “Balkêşe ku piştî Serokê Herêma Federal a Kursidstanê Mesut Barzanî Tirkiye ziyaret kir ev êrîş pêk hat. Piştî ziyareta Barzanî ya Enqereyê êrîş bi kordîne li dijî Minbic û Şengalê destpê kiriye. Dixwazin Êzidiyan ji ser wê axê derxînin. Armanc dikin koçberiya Êzidiyan a ji bo Ewropayê bidin destpêkirin. Di roja ku DAÎŞ bi dawî dibe de hêzên ku guleyek jî bernedane DAÎŞ’ê niha êrîşî Êzidiyan dikin.”

‘JI DAÎŞ’Ê CUDA NÎNIN’

Atalan, da zanîn ku ew wekî nûnerên gelê Êzidî êrîş ji kîjan alî ve bê ew ê qebûl nekin û wiha pêde çû: “Tiştên ku DAÎŞ’ê nekarî bike ev hêz didomînin. Îhaleya ku DAÎŞ’ê temam nekiriye van hêzan dewr girtiye. Vê li ser navê kê dikin bi bikin tu cadahiya wan ji DAÎŞ’ê tune ye. Dixwazin bi van êrîşan Êzidiyan ji ser axa wan derxînin lê dê gelê Êzidî li ber xwe bidin. Divê hemû Êzidî, hêzên demokratîk li dijî van pêkanînan dengê xwe bilin bikin û derbikevin kolanan.”

UCA: ÎXANETA LI DIJÎ GELÊ KURD

Parlamentera HDP’ê ya Êzidî Feleknas Uca jî wiha axivî: “Bingehê êrîşê li Enqereyê hatiye avêtin. Ger di 3’yê Tîrmeha 2014’an de 8 hezar pêşmergeyên PDK’ê çekên xwe bernedabana û ne revibana dê gelê Êzidî rastî qetlîamê nehatibana. Di rojên ku nîqaşên kongreya yeketiya neteweyî tê kirin de PDK şerê biratiyê derdixîne. Pêşmergên PDK’ê û çeteyên Tirkiyeyê ketine axa Şengalê û êrîşî gel dikin. Ev îxaneta PDK’ê ya li dijî gelê kurde. Li şûna PDK ji bo rizgarkirin gundên Şengalê yên deste çeteyan de êrîş dike ve nayê qebûlkirin. Em bang li hikûmeta PDK’ê dikin dawî li şerê biratiyê binîn, li dijî DAÎŞ’ê şer bike ne dijî gelê xwe. Me 3’yê Tîrmehê ji bîr ne kiriye em ê vê jî ji bîr nekin.”