Bi dehan tang ji Mêrsînê şandin Îslahiyê

MÊRSÎN - Bi dehan tang û maşîneyên zirxî ji Îstasyona Trênê ya Mêrsînê bi trênê sewqî Îslahiyê kirin.


Sewqîyat û tevgera leşkerî ya ji bo piştgiriya Mertalên Firatê ku bi hevkariya Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) Artêşa Sûriye ya Azad (OSO) de hatiye destpêkirin berdewam dike. Di çarçoveya alîkariyê de bi dehan tang û maşîneyên zirxî yên leşkerî şevê din bi trênê ji Îstasyona Mêrsînê şandin Îslahiyê. Maşîneyên zirxî ku bi keştiyan ji Kendava Mêrsînê anîn îstasyona Mêrsînê ji vir jî li trênê bar kirin û şanrdin Îslahiyê. Maşîneyên zirxî şandin navçeya Îslahiye ya Dîlokê ku kurd lê dijîn.

Hat diyar kirin ku dê hinekan bişînin ji Mertalên Firatê re û hinekan jî bişînin herêma bajarên kurdan û li dijî kurdan bikar bînin.