Qeyûm tayînî Şaredariya Elkê kirin

ŞIRNEX - Şaredariya Elkê 2 roj berê Hevşaredarê wê Nurettîn Ataman hat binçavkirin. Piştî hevşaredar hat binçavkirin, Wezîrê Karên Hûndir qeyûm tayîni şaredariyê kir.

Wezîrê Karên Hûndir qeyûm tayînî Şaredariya Elkê şa Şirnexê kir. Li şûna Hevşaredarê Elkê Nurettîn Ataman ku 2 roj berê hat binçavkirin Qeymaqamê Elkê Murat Şener wekî qayum hat tayînkirin. Hevşaredar Ataman hê jî di bin çavan de ye. Hevşaredara Elkê Seyran Argan jî di encama lêpirsîna îlan kirina "Rêveberiya xweser" hatîbû girtin û hê jî di girtîgeha tîpa T ya Şirnexê de ye.