AMED - TJA ku êrîşa PDK’ê ya li dijî Şengalê wekî “îxanetê” bi nav kir ev tişt gotin: “Em bi vekirî bêjin ku ev êrîş li dijî vîna gelê me yê Başûrê Kurdistanê, pêşmerge û jinan e. Nikare wekî birakujiyê bê destgirtin.”
Tevgera Jinên Azad (TJA), derbarê êrîşa PDK’ê ya li dijî Şengalê de daxuynaiyek nivîskî da. TJA’yê da zanîn ku PDK’a ku ji bo eşîreta xwe êşan bi jin û gel dide jiyîn bi DAÎŞ û dewletê pişt wê peyman çêkir Şengal terk kir û bê parastin hişt û ev tişt anîn ziman: “Ev ne di wateya leşkerî de parastin bû rastiya siyaseta firotinê û teslîmkirinê bû. Di encama vê de bi hezaran jinên kurd ên Êzidî hatin revandin, li bazaran hatin firotin û bi hezaran şengalî hatin qetilkirin.”
‘ÊRÎŞA ÎXANETÊ YE’
TJA’yê bi lêv kir ku bi saya berxwedana jin û gelê kurd a ji bo rizgarkirina Şengal û gelê Şengalê trajediya li wir guherandine û ev tişt ragihandin: “Ligel vê rastiya bi êş jî PDK bi ‘pêşmergeyên Rojava’ ku rêxistina kontra ya Tirkiyeyê ye êrîşî Şengalê kiriye. Em bi vekirî bêjin ku ev êrîş li dijî vîna gelê me yê Başûrê Kurdistanê, pêşmerge û jinan e. Nikare wekî birakujiyê bê destgirtin. Bi hêzên dagirker re di nava êrîşê de cih girtin ji bilî îxanetê nikare bi gotinek din were ravekirin. Ji bo berjewendiyên malbat û eşîra xwe gel û welat di qirkirinê re derbas dike.”
‘DIVÊ LI DIJÎ ÊRÎŞAN EM HELWESTEK HEVPAR NÎŞAN BIDIN’
TJA’yê destnîşan kir ku Şengal di qedera jinên kurd de xwedî sembolekê ye û ev tişt diyar kirin: “Qedera Şengalê çibe dê li gorî wê qedera jinên kurd jî diyar bibe. Ji ber wê em ê bi xwe qedera xwe diyar bikin û dê jinên kurd di nava berxwedana gel û Jinên Şengalê de cih bigire. Em dixwazin bêjin ku yên gotina dawiyê bêjin dê kesên li ber xwe didin bin, dê biryara dawî yên berxwedêr bidin û em ê biser bikevin. Em bang li hemû jinên kurd rêxistin û saziyên kurd dikin; Em jin bi berxwedana xwe ya neteweyî, sekin û yekitiya xwe plana Birakujiyê ya dagirkeran vale derxînin. Divê bê gotin ku ev şerm carekdin bi gel û jinan neyê jiyandin û divê em li dijî vê êrîşê helwesta xwe ya hevpar diyar bikin.”