‘Dîtina faîlên Tahir Elçî dê bibe mîlad'

AMED - Rêveberê Baroya Amedê Mahsun Bati, di çalakiya bîranîna Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî de diyar kir ku ew bawer dikin ku dê faîlên Tahir Elçî bê dîtin û ev yek dê bibe mîlad û bibe peymana li hevhatina navbera dewlet û civakê.

Çalakiya bîranîna Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî yê di 28'ê Mijdara 2015'an de li ber mînareya çar ling a Sûrê hat kuştin di hefteya 66'an de li ber Edliya Amedê berdewam kir. Di çalakiyê de gelek parêzer bi cubbeyên xwe amade bûn. Di çalakiyê de pankarta ku wêneyê Elçî û nivîsa "Em te ji bîr nakin hatibû nivîsandin hat vekirin. Li ser navê baroyê Rêveberê Baroyê Mahsun Bati daxuyî da. Bati, di roja 462’an a kuştina Elçî de axivî û wiha got: "Em bawer dikin ku dê faîlên Tahir Elçî bê dîtin û ev yek dê bibe mîlad û bibe peymana li hevhatina navbera dewlet û civakê. Ji ber vê yekê girîng e ku kujerê Tahîr Elçî bê ronîkirin û dîtin.

Çalakî bi rûniştina 5 deqîqeyan bi dawî bû