ŞIRNEX - Hevşaredarê Elkê Nurettin Ataman ê di serdegirtina malê de hat binçavkirin, ji aliyê dadgehê ve serbest hat berdan.
Hevşaredarê Elkê Nurettin Ataman û welatiyên bi navê Cindî Ataman û Davut Ataman ên de sibeha din di serdegirtina malê de hatin binçavkirin, piştî karên îfadedayîna li muduriyeta polîsan sewqî dozgeriyê hatin kirin. Ataman û 2 welatiyên din bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. Heyeta dadgehê biryara berdana Atamn û 2 welatiyên din da.