STENBOL - Dîrektorê Ragihandinê yê Enstîtuya Çapemeniya Navnetewî (IPI) Steven M. Ellis, dest nîşan kir ku çewisandin û êrîşên li dijî azadiya çapemenî û ramanê nayên qebûlkirin û bang li hikûmeta Tirkiyeyê kir ku ji bo îstikrareke temenkurt mafên mirovan nekin qurban.
Gelek rêxistinên çapemeniyê yên cîhanê beriya referandûmê ji bo li Tirkiyeyê astengiyên li pêşberî mafê agahîwergirtina gel bên rakirin, bêyî hedef bê nîşandan ji bo karê rojnamegeriyê bê kirin hatin Tirkiyeyê. Parêz û Dîrektorê Ragihandinê yê Enstîtuya Çapemeniya Navnetewî (IPI) Steven M. Ellis, Şêwirmednê Parêzê Rojnamgerên Sînornenas (RSF) Sophie Busson û Sekretera Giştî ya PEN'a Swêdê Anna Livion Ingvarsson ên di nav van rêxistinan de cih girtin, li Tirkiyeyê çewisandin û pêkûtiyên li ser azadiya çapemenî û ramanê nirxandin.
Steven M. Ellis, anî ziman ku ew ji ber şik û gumanên xwe yên der barê azadiya çapemeniya li Tirkiyeyê hatine û wiha got: "Bi taybetî ji bo em piştevaniya xwe yo bo rojnamegerên li Tirkiyeyê nîşan bidin hatin. Lê belê, bi qasî em dizanin zêdeyî 150 rojnameger girtî ne. Lê di heman demê de em ji bo piştevaniya bi hevpîşe û malbatên van rojnamgeran re hatin. Sedema me ya duyemîn jî, divê li Tirkiyeyê çapemeniyeke azad hebe û di şertên wek hev de referandûm pêk bê."
Ellis, diyar kir ku li Tirkiyeyê rojnameger ne bi tenê ne û wiha axivî: "Em dibînin ku Tirkiye mafên mirovan ên navnetewî hilawistine. Ji ber vê peyama me ya li vir ew e ku; divê ev rewş bê sererastkirin, ji bo pêşxistina vê rewşê jî gava ewil ew e ku divê rojnamgerên girtî serbest bên berdan. Em ê ji hikûmetên Ewropa û DYA'yê re ragihîn ku divê Tirkiye mafên mirovan ên wead kirine bi cih bîne."
‘JI BO ÎSTIKRAREKE WADEKURT MAFÊN MIROVAN NAYÊN QURBANÎKIRIN'
dest nîşan kir ku çewisandin û êrîşên li dijî azadiya çapemenî û ramanê nayên qebûlkirin û wiha bang li hikûmeta Tirkiyeyê kir: "Ji bo îstikrareke wadekurt mafên mirovan nayên qurbanîkirin. Dê ev rewş di wadeyeke dirêj de tenê ne Tirkiyeyê, xwesarekê bide welatên cînar û gelek welatên cîhanê. Unsûra sereke ya çapemeniyê tenê ne rojnameger in. Azadiya çapemenî û ramanê di heman demê de hemû mafên civajê û her ferdî dihebîne." Ellis, dest nîşan kir ku divê hemû rojnamegerên girtî serbest bên berdan û wiha got: "Divê li hemberî azadiya çapemeniyê rêza hikûmeta tirk hebe û divê wek li welatên demokratîk destûra rexneyên li wan tên kirin bide."
‘DIVÊ LI HEMBERÎ AZADIYA ÇAPEMENIYÊ TIRKIYE RÊZÊ NÎŞAN BIDE'
Sophie Busson jî, dest nîşan kir ku di pêvajoya referandûmê de ya girîng ew e ku gel ji çapemeniyên fikrên wan cuda agahiyan werbigirin. Busson, anî ziman ku divê di serî de hikûmetên Ewropayê û hemû hikûmetên cîhanê ji bo demokrasiyê ji Tirkiyeyê re rêzgiritina ji bo azadiya çapemeniyê vebêjin û wiha got: "Li gel saziyên Ewrpayê, divê welatên endamên Yekîtiya Ewropayê (YE) jî li dijî vê rewşê bertekê nîşan bidin."
Busson, sedema ku welatên YE'yê li dijî çewisandinên Tirkiyeyê bêdeng in, meselya penaberan nîşan da û wiha axivî: "Ji ber vê ev welat, ji bilî daxuyaniya tund a Merkelê ku ji bo nûçegîhanê Die Weltê Deniz Yucel nîşan da, ji Tirkiyeyê re tiştek negotin. Em jî ji bo ev welat tiştekî bikin tevdigerin."
‘BÊYÎ ÇAPEMENIYA AZAD DEMOKRASÎ NEPÊKAN E'
Busson, bang li rayedarên tirk kir da hemû rojnamegerên girtî serbest bên berdan û dozê der barê wan de bên betalkirin û wiha got: "Em dixwazin bi bîra rayedarên tirk xin ku, bêyî çapemeniya azad demokrasî nepêkan e."