Vexwarina ji binerdkan: Avtîtûk

SÊRT - Avtîtûk a vexwerineke xasî herêmê ye û li malan tê çêkirin, hem xwedî taybetmendiyeke mîrateya çandî ye, hem jî ji bo tendursitiyê baş e. Avtîtûka bi piranî ji aliyê jinan ve tê hilberandin, madeya wê xam ji nebata "Binerdk" a li herêmê hêşîn tê çêdibe.

Vexweranina bi navê Avtîtûk a li Herêma Botanê li malan tê çêkirin, madeya wê ya xam ji nebata "Binerdk" tê bidestxistin. Avtîtûka ku ji koka binerdkê tê bidestxistin, di selete û xwarinên bi zebze de jî tê bikaranîn. Her wiha ji pelên binerdka ku tê gotin ji bo tenduristiyê baş e jî xwarin tên çêkirin.

VEXWARINA AVTÎTÛKÊ

Vexwarina Avtîtûkê ya xasê Herêma Botanê ye, di çêkirina wê de hevîr tê bikaranîn. Hevîrê ku ji arvanê ceh, genim û bulxurî tê çêkirin, pêşî tê meyandin û 3 rojan tê hiştin da tirş bibe. Vê navberê binerdk jî tên paqijkirin û hûrkirin û paşê tên xwêkirin û rojekê tên rawestandin. Paşê binerdk tevlî hevîrê ku tirş bûye tê kirin û ava germ bi ser de tê valakirin û dîsa 3 rojan tê sekinandin. Piştî 3 rojan vexwarina Avtîtûkê ji bo bi dest dikeve.

PIRANÎ JI ALIYÊ JINAN VE TÊ ÇÊKIRIN

Her wiha Avtîtûk ji bo tenduristiyê jî baş e. Tê gotin ku ji bo nexweşînên wek xistina kevirên gurçikê, sermayê û nexweşînên şekirî baş e. Avtîtûk bi piranî ji aliyê jinan ve tê çêkirin. Avtîtûk a ku niha sêrtî li malên xwe çêdikin, diyar dikin ku wan ji dê û bavan, ji dapîr û bapîrên xwe çêkirina wê hîn bûne.

Tê gotin ku li Sêrtê herî zêde Avtîtûk li devera Dihê tê çêkirin. Her çi qas niha rastî eleqeyeke zêde neyê jî, lê ji bo veguhêze nifşên nû hîn jî li malan tê çêkirin.