MÊRDÎN - Leşkerên ku 19 rojan gundê Xerabê Bava dorpêç kirin, hem xwestin ciwanên gund bibin sîxur, hem jî gefa mirine li ciwanan xwarin. Ciwanê gund Osman Gokhan, diyar kir leşkeran ji wî re gotiye, "Ezraîl im. Xwedê ji bo kuştina we ez şandime." û gef xwariye.
Li gundê Xerabê Bava yê navçeya Nisêbîna Mêrdînê her roj hovîtiyek nû ya leşkerên ku li gund îşkence pêk anîne derdikeve holê. Her çi qas li gund ciwan kêm bin jî ciwanên di dema qedexeyê de li gund mane ji aliyê leşkeran ve rastî gefên mirinê, ferzkirina sîxurtiyê û îşkenceyê hatine. Ji van ciwanan yek Osman Gokhan ê 19 salî ye. Gokhan diyar kir, dema leşker hatine nava gund bi qasî 20-30 leşkeran bi ser mala wan de girtiye û gelek caran ew îşkence kirine.
EZRAÎL IM
Gokhan da zanîn, leşkeran ji wî re gotiye hin kesan navê te dane ji ber vê yekê ew girtine û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Dema destpêkê hatin mala me li min xistin. Leşkerên ku ez derxistim derve çek spartin serê mîn û gotin, 'Tu yê biaxivî yan jî em ê te bikujin.' Pişt re leşkerek li min vegeriya û got, 'Ezraîl im, Xwedê ez ji bo kuştina we şandime.' Gelek caran îşkence bi min kirin û xeberên pîs kirin. Ez dibirim ser bîra avê û digotin em ê te biavêjin hundirê vê bîrê."
JI BIRAYÊ MIN Ê 5 SALÎ RE DIGOTIN EM Ê TE BIKUJIN
Gokhan anî ziman ku leşkeran ew bi kamerayê şopandiye û dema derketina ber deriyê malê jî ew digirtin û axaftina xwe wiha domand: "Piştî ku bi saetan îşkence li min kirin, ez berdam û hatim malê. Ji min re digotin em bi kamerayê te dişopînin. Demekê li nav gund dengê çekan hat û carek din hatin ez birim û li min xistin. Digotin çeka te heye bîne an em ê te bikujin. Li malê birayê min ê 5 salî hebû. Dihatin malê ji wî re digotin, 'Em ê te bikujin' û birayê min gelekî ditirsiya. Bi çekê li serê min dixistin û ez nexweş ketim. Çend caran min bangî ambûlansê kir, lê dema pê dihesiyan ku ji bo min hatiye destûr nedidan ku ez biçim nexweşxaneyê."
JI BER KURDÎ ANTENÊN ME ŞIKANDIN
Gokhan, herî dawî anî ziman ku leşkeran antenên wan ê li ser ban şikandine û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ji bo ku televîzyonên kurdî bikêşin li ser banê me 2 anten hene. Ji min pirsîn ka antena 2'emîn ji bo çî ye. Dema min got ji bo qenalên kurdî ne gotin, 'qey tirkî têra we nake.' Pişt re careke din li min xistin û antenên me şikandin."
XWESTIN KURÊ MIN JI WAN RE SÎXURTIYÊ BIKE
Fahriye Gocuk a ku tevî hevjîn û zarokên xwe di 20 rojên qedexeyê de li gund ma, da zanîn ku leşkeran 6 caran bi ser mala wan de girtiye û wiha berdewam kir: "Her ku dihatin piyê xwe li erda mala me de didan û digotin ka şikeftin bin mala we. Telefona kurê min xwestin û jêre gotin sîxurtiyê ji me re bike. Kurê min ê diçe dibistana navîn, got ez vê yekê nakim û karê min xwendin e. Digotin biaxivin an em ê zimanê we jê bikin, lê dîsa jî kurê min got hûn bi bikujin jî ez derewan nakim û tiştekî nizanim."
Gocuk herî dawî got, kesên bi ser mala wan de girtine rihdirêj bûn û kêr di destê wan de bûn û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Di destê yekî de kêrek dirêj hebû. Rihên wî dirêj bûn û bi kurdî qise dikir. Bi qasî saet û nîvê kurê min û hevjînê dan lêpirsînê. Navnînaşa kurê min ê li Amedê dixwîne li ba xwe nivîsîn. Îşkenceya me dîtî ne hatiye serê tu kesî. Sewalên me ji tîbûn û birçîbûnê, mehû bûn. Nedihiştin em serê xwe jî derxin derve."
Nedîm Orûç/Dîcle Muftuoglu - dîhaber