MÊRDÎN - Li gundê Xerabê bava leşkeran 19 rojan destûr neda melayê gund Haci Toy ê 75 salî biçe mizgeftê û banga nimêje bike. Dema Toy xwest biçe mizgeftê, leşkeran ew asteng kir û gotin, "Banga nimêje jî qedexe ye."
Li gundê Xerabê Bava 19 rojan ne tu kes derket derve ne jî dengê banga nimêjê ji mizgefta gund bilind bû. Her çiqas ji ber qedexeyê melayê gund nehatibe gund jî Haci Toy ê 75 salî gelek caran hewl daye biçe banga nimêjê bide lê ji aliyê leşeran ve hatiye astengkirin.
DESTÛRA BANGA MELA NEDAN
Haci Toy, diyar kir ku di emrê xwe yê 75 salan de cara ewil e ew 20 rojan di hundirê malê de esîr maye û wiha axivî: "Di hundirê gund de destûr nedidan ku welatî biçin êm bidin sewalên xwe. Mizgeft nêzî mala min e lê destûr nedidan ez biçim mizgeftê. Dema li gund mela tunebe ez û Hecî Ehmed diçin banga nimêjê dikin lê digotin me bang qedexeye û nehiştin em ji mal derkevin. Di van 20 rojan de li gund dengê banga mela bilind nebû."
DERIYÊ KU NEHAT ŞIKANDIN TUNEYE
Toy, da zanîn ku leşkeran destûr nedaye ew li derve jî temaşe bikin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Dema sala 95'ê em ji gund rabûn min hemû sewalên xwe firotin. Ji wê demê û heya niha sewalên min tunene. Carna hevsera min di şibakê de li derve dinêre. Hatin gotin hevsera te li me dinêre şibakên xwe bigirin û li derve nenêrin. Cînarê me ji xwe re xanî çêdike. Hemû dar û depên di înşaata wî de hemû şewitandin. Li gund deriyê ku nehatiye şikandin tuneye. Tişta bi serê vî gundî hatiye bi serê Eyûp Pêxember nehatiye."
Welatiyê bi navê Osman Dogan jî da zanîn ku leşkeran hema bêje her roj bi ser mala wan de digirt û ev tişt gotin: "Ez û hevsera xwe bi tenê dijîn. Roja ewil hatin gotin em ê li malê bigerin, me jî gotin lê bigerin. Roja din carek din hatin. Roha dîtir carek din hatin û tiştek nedîtin. Hema bêje her roj bi ser mala me de digirtin."
AN Û NAN TUNEBÛ
Dogan, bi lêv kir ku ew her roj bi mirinê re rû bi rû diman û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Em her roj bi mirinê tehdît dikirin. Av û nanê me tunebû. Mirovek çawa dikare 20 rojan bi vî awayî îdare bikin? Ev ne tiştek rehet e. Em di hundirê malê de bê agir diman û sewalên me derve bê êm diman. Em di sala 1995'an ji gund derxistin piştî 7 salan em careke din vegeriyan û jiyana me xweş bû heya niha."
ME 11 ROJAN BI 6 NANAN ÎDARE KIR
Azîze Gorgun a ku hevserê wê Sabrî Gorgun hatibû binçavkirin û piştre hat berdan got ku leşkeran li pêşberî mala wan bi şev û roj nobet digirtin û axaftina xwe wiha domand: "Kêliya ku em derdiketin ber derî ji bo êm bidin sewalan dihatin û digotin herin hundir. Her kêlî di nava gund de digeriyan û li ser xaniyan diman. Ji mala me 3 kes xistin bin çavan gelekî bi kurê min Merwan xistin. Merwanê min digot leşkeran dest û lingên min girêdan û bi wî awayî li min xistin. Em di malê de 9 kes bûn û 11 rojan me bi 6 nanan îdare kir."
JI BO SÎXURTIYÊ BIKE TEKLÎFA PERE KIRINE
Gorgun, diyar kir ku piştî leşker ketîne mala wan êdî hundirê xanî ayê naskirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Mala min wisa ye ku tu dibêjî ev 20 salan hatiye valekirin. Dema zarok diçûn ber derê xeberên pîs didan wan. Mala birayê min jî serobino kirin. Di salên 90'î de em ji gund derxistin. Piştre em hatin gund û beriya çend salan hatin derdora gund. Lê wê demê me meş li dar xist û me nehişt ku zerarê bidin gund. Dema kurê min birine xwestine ew sîxurtiyê bike û gotine em ê 600 banqinot pere bidin te. Dema lawikê min dibêje ez tiştekî nizanim jêre dibêjin, 'hûn ev gundî ji bilî tiştekî nizanim tiştek nabêjin'
Nedîm Orûç / Dîcle Muftuoglu - dîhaber